Hewlêr (Rûdaw) - 94 kesayetiyên herêma Efrînê bi bangewaziyekê piştevaniya destpêşxeriya yekrêziya aliyên Kurd dikin û daxwaz li aliyê navdewletî dikin ku doza Efrînê di pileya yekemîn de were danîn.
Kesayetiyên herêma Efrînê, ku akademisyan, rewşenbîr, hunermend û medyakar in, di bangewaziya xwe de piştgiriya xwe ji piştevaniya destpêşxeriya yekrêziya aliyên Kurd nîşan dan.
Kesayêtên navborî di bangewaziya xwe de piştgiriya xwe ku kopiyek jê bo Rûdawê şandine, dibêjin: " Em bi hêz dengên xwe tevlî destpêşxeriya Hêzên Sûriya Demokirat dikin, ya bi armanca yekrêziya di navbera hêzên siyasî de hatiye, û em tekez dikin ku piştgiriya me ji vê destpêşxeriyê re, helwestên mirûzxweşkirin û pîrozkirinê derbas dike, da ku her alî bi berpirsyariya xwe li hemberî civaka Kurdî rabin."
Di bangewaziyê de herwiha hatiye gotin: “Em bang li aliyên navdewletî yên serpereştiyê dikin, ku doza Efrînê û deverên din ên dagîrkirî, di pileya yekemîn de werin danîn, herweha nexşerê û bernameyeke kar a zelal were danîn da ku dagîrkeriya tirkî ji wan deveran re bê dawîkirin û koçkiriyên wan deverên dagîrkirî, bi awayekî aram vegerin ser axa xwe.”
Ev yek di demekê de ye, ku danûstandinên navbera ENKSê û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ji bo gihîştina bi tifaq û rêkevtineke pir alî, berdewam in û li gor hin agahiyan, her du alî dixwazin şandên xwe yên danûstandinan berfirehtir bikin.
Ew danûstandin li ser destpêşxeriya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Mazlûm Ebdî ji bo yekrêziya aliyên Kurdî hatine destpêkirin û Amerîka û Fransa jî piştgiriyê li wan danûstandinan dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse