Hewlêr (Rûdaw) - Piştî wefata Sekreterê Partiya Pêşverû Hemîd Hecî Derwêş, nakokîyên cidî ketine nava wê partiyê û êdî rû bi rûyî perçebûnê ye.
Endamê Desteya Rêveberina Polîtîboya Pêşverû Dr. Selah Derwêş, nameyek ji bo Endamên Komîteya Navendî şandiye û dibêje di derbarê Kongireya 16mîn ya Pêşverû de hinek nakokiyên rêkxistinî hene.
Ew nakokî di 2 xalan de anîne ziman:
- Yek ji wan ewe ku aliyên nakok li hev nakin ku peyrewa navxwe ya kongreya 15 ji bo kongreya 16 jî kar li ser were kirin.
- Xala duyem jî, wan aliyan li hev nekirin ku ji bo amadekirina kongreya 16 komîteyeke weke avakirin.
Dr. Selah Derwêş dibêje ew her du xal jî ji aliyê kutleyekê ve di nava partiya Pêşverû de hatine redkirin.
Dr. Selah Derwêş di wê nameyê de dibêje ku “Piştî nakokî zêde bûn, ew negihiştin tu li hevkirinekê û wê kutleyê îsrar kir ku kongre were paşxistin û xwest ku kesên ziyan gihandine prensîb û rênmayên Partiyê divê were muhasebekirin.”
Derwêş Her wiha dibêje, ti peywendiya wan bi wê kutleya di nava partiyê de tune ye û biryarên ku wan derxistine betal in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse