Binpêkirinên li Efrînê naqedin: Erebêkî hawirde li zarokê 11 salî da

27-05-2025
Xalid Cemîl Mihemed
Hisên Mistefa Mihemedê ku rastî êrişa Erebê hawirde hatiye /Wêne: Rûdaw
Hisên Mistefa Mihemedê ku rastî êrişa Erebê hawirde hatiye /Wêne: Rûdaw
Nîşan Efrîm Erebên Hawirde Binpêkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Efrînî yê Rojavayê Kurdistanê Erebekî hawirde bi tundî li zarokekî Kurd ê 11 salî da.

Tevî hebûna Hêzên Ewlehiya Giştî yên sûriyeyê, li herêma Efrînê binpêkirinên li dijî Kurdên herêmê berdewam dikin.

Çalakvanê sivîl Mistefa Şêxo ji Rûdawê re ragihand ku Erebekî hawirde yê bi navê Mihemed Ebû Hûriyê ku xelkê Reqayê ye, êvara 26ê Gulanê bi awayekî hovîtî li zarokekî Kurd daye.

Navê zarokê ku rastî lêdanê hat Hisên Mistefa Mihemed e, 11 salî ye û ji gundê Hisê (Mêrkan) ê nahiyeya Mabatayê ya Efrînê ye.

Li gorî çavkaniyê, sedema lêdanê ew bû ku dema 3 zarokên malbatên Erebên hawirde li 2 zarokên Kurd didan, Mihemed Ebû Hûriyê yekser çûye û li zarokê 11 salî Hisên Mistefa Mihemed da.

Di heman çarçoveya binpêkirinan de, çekdarên koma Emşatê bi tundî li welatiyekî Kurd muxtarê gundê Qirmitliqê Zekî Ubêd Îbrahîm daye.

Çekdaran êrişî dikana Zekî jî kiriye û bi qasî 1500 dolarî zerer gihîştiye dikanê.

Her wiha çekdarên Emşatê cezayekî 1000 dolarî lê biriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst