VÎDEO - Li Êlihê zarokek bi kêrê hat birîndarkirin

27-06-2025
Kêliya êrişê / Wêne: Ji ber dîmenên AAyê
Kêliya êrişê / Wêne: Ji ber dîmenên AAyê
Nîşan Êlih Zarok Birîndarkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Êliha Bakurê Kurdistanê zarokêk bi derbên kêrê hat birîndarkirin.

Y.E.B. (17) li Taxa Bahçelîevlerê bi xwişka xwe re ber bi dikana bavê xwe diçû lê gava ku pêyê xwe avêt ser pêpelûkên dikanê 3 kes ji paş ve hatin û wan bi kêran êrişî Y.E.B. kir.

Kesên derdorê bi hawara Y.E.B. ve hatin û wan nehişt ku zêdetir derban bixwe.

Piştî agahî çû ji wan re polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê zarokê birîndar bir Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê.

Ew kêliyên êrişê ji aliyê kamerayên ewlehiyê ve hatin tomarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst