Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qamûşanê ya parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê hirçek ket hewşa sîteyekê û tirs li xelkê peyda bû.
Vê bûyera ecêb şeva çarşema borî li Taxa Înonuyê ya Qamûşanê rû da.
Di dîmenan de xuya dibe ku hirçek ji nişka ve li hewşa avahiyê derdikeve pêşiya 3 kesan.
Tirs li wan peyda dibe û direvin nava avahiyê.
Hirç vi vî alî û wî alî de baz dide û paşê ji ber kamerayan winda dibe.
“Destpêkê gelekî kir qêrîn”
Hîmmet Bozyel yek ji wan kesan e ku leqayî hirçê hatiye û wî wiha qala bûyerê kir:
"Bi şev demjimêr derdora 22:30î ji malê derketim. Min dixwest tiştekî ji otomobîlê derxim û ez rastî cîranê xwe hatim.
Cîranê min got hirç tê û baldar be. Wê kêliyê min dît ku hirç ji deriyê sîteyê dikeve hundir.
Destpêkê gelekî kir qêrîn û ber bi cîranê min ve çû.
Pişt re berê xwe da me û em jî ji neçarî reviyan hundir. Dema em reviyan hirç jî reviya û çû.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse