Keskîn Bayindir: Kurd nêzîkî bidestxistina statuyê ne

27-07-2025
RÛDAW
Nîşan MEBYA-DER DBP Keskîn Bayindir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir ragihand, “Kurd êdî ji her demê zêdetir nêzîkî bidestxistina statuya xwe ne.”

Şaxa Mêrdînê ya Komeleya Alîkarî û Piştgiriya Malbatên Kesên ku li Dergûşa Şaristaniyan Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) kongreya xwe ya sêyemîn li navçeya Qoserê ya Mêrdînê li dar xist.

Gelek welatî û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî kongreyê bûn.

Hevserokê DBPyê Keskîn Bayindir di kongreyê de axivî û bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û rûdanên dawî.

Bayindir amaje bi banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan a “ji bo aştî û civakeke demokratîk” da û got:

“Bi bang û felsefeya Birêz Ocalan, yekîtiya Kurdan gihiştiye asteke dîrokî.

Ev jî berpirsyariyên mezintir dixe ser milê me.

Ew berpirsyarî jî ew e ku Kurd yekîtiya xwe pêk bînin û li ser axa xwe çarenivîsa xwe diyar bikin.”

Bayindir diyar kir ku têkoşîna çekdarî ya 50 salan gihîştiye qonaxeke nû û anî ziman:

“Piştî banga Birêz Ocalan, bi rawestandina şer a PKKyê û nîqaşên li ser çekdanînê, peyameke girîng ji gelê Kurd û cîhanê re hat dayîn.

Êdî kes nikare Kurdan înkar bike û tune bihesibîne.

Kurd êdî ji her demê zêdetir nêzîkî bidestxistina statuya xwe ne.”

Hevserokê DBPyê Bayindir her wiha da zanîn:

“Em ji dewletê, ji hêzên cîhanî û ji kesên din tiştekî hêvî nakin.

Kurdistan dê statuya xwe bi dest bixe û gelê Kurd dê mafên xwe wergire.

Em ji xwe, ji Birêz Ocalan û ji tevgera azadiya Kurdistanê bawer in.”

Piştî axaftinan, hilbijartin hatin kirin û Makbule Okmen û Salîh Kuday wekî hevserokên nû yên MEBYA-DERa Mêrdînê hatin hilbijartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst