Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku Endamê Konseya Fermandariyê ya HPGyê û Fermandarê Eyaleta Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Mordem Çewlîk di encama qezayekê de canê xwe ji dest daye.
Hêzên Parastina Gel di daxuyaniya xwe de got:
“Endamê Konseya Fermandariyê ya HPGyê û Fermandariyê Eyaleta Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê hevrêyê me Mordem Çewlîk dema ku li ser kar û wezîfeya xwe bû, 11ê Tebaxa 2025an ji ber qezayeke xeternak a li tunela şer şehîd ket û 2 hevrêyên pê re jî bi giranî birîndar bûn.”
Mordem Çewlîk 11ê Tebaxa 2025an li Zapê canê xwe ji dest daye.
Li gorî daxuyaniyê, agahiyên li ser nasnameya Mordem Çewlîk wilo ne:
Mordem Çewlîk: Navê wî yê fermî Bulut Kîşîn e, ew ji Çewlîga Bakurê Kurdistanê ye. Navê dêya wî Fîdan û navê bavê wî jî Nuralî ye.
Mordem Çewlîk sala 2004an tevlî refên gerîlayan bûye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse