Serokê Amedsporê bertek da TFFyê: Bêtehamuliya li hemberî Kurdî ye

27-09-2025
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Serokê Amedsporê Burç Baysal/Wêne: Rûdaw
Serokê Amedsporê Burç Baysal/Wêne: Rûdaw
Nîşan Amespor Burç Baysal TFF Kurdî
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) ji ber ku di maça Sakaryasporê de li ser formayên Amedsporê dirûşma Kurdî "Koma me bona we" hebû, 110 hezar lîre cezayê pereyan li klûbê birî.

TFFyê bi heman hincetê ji ber pêşbirka li hemberî Sariyerê jî Amedspor şand Lijneya Dîsîplînê. Tê payîn ku cezayekî din jî li Amedsporê were birîn.

Tê gotin ku eger Amedspor dev ji helwesta xwe bernede, dibe ku ev ceza roj bi roj zêdetir bibin.

Birêvebiriya Amedsporê da zanîn ku ceza nîşana bêtehamuliya TFFyê ya li hemberî zimanê Kurdî ye û ew ê li dijî biryarê derkevin.

Birêvebiran anî ziman ku TFFyê berê forma erê kiriye lê piştre ceza biriye û tekez kir ku ev ceza ne li klûbê, li zimanê Kurdî hatiye birîn.

"Bêtehamuliya li hemberî zimanê Kurdî ye"

Serokê Amedsporê Burç Baysal got, “Ev ceza bi temamî bêtehamuliya li hemberî Kurdî ye.

Yên li hemberî Kurdî bêtehamul in, li dijî rêgez û pîvanên sazîbûnê jî derketine.

Wan bi xwe destûr daye lê wan careke din ji ber vê yekê em şandine lijneya dîsîplînê. Bi rastî jî ev tiştekî balkêş e û em qebûl nakin.”

Amedî li dijî biryarê derdikevin

Hem alîgirên Amedsporê hem jî Amedî li hemberî biryara TFFyê nerazî ne.

Ew dibêjin TFFyê ceza li hebûna wan biriye û ew ê li her derê û li her qadê xwedî li zimanê Kurdî derkevin.

Amedî nerazîbûnên xwe wiha tînên zimên:

Ercan Dalkiliç: "Divê zimanê me ne qedexe be. Zimanê hemûyan heye, pê diaxivin. Ev tiştekî rast nîn e, divê ne wisa be. Divê em jî bi zimanê xwe biaxivin."

Kanî Guneş: "Em qebûl nakin, walah ne rast e. Şerm e."

Eşref Balta: "Ev li dijî Kurdan e. Îro ev tîm hemû Kurdan temsîl dike. Em cezayekî wisa qebûl nakin."

Orhan Dalkiliç: "Em Kurd li vî welatî nêzîkî 25-30 milyon in. Divê em jî zimanê xwe biparêzin, divê zimanê me jî hebe."

Parêzerên Amedsporê li dijî ceza serî li rêyên yasayî daye. Niha hemû alî li benda biryara dawî ya TFFyê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst