Hewlêr (Rûdaw) - Li Zindana Maratê ya Efrîn a Rojavayê Kurdistanê çekdar girtiyan bi tundî îşkence dikin.
Navenda Belgekirin Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê ragihandiye ku, hejmarek ji girtiyan ji Zindana Maratê reviyane. Ew zindan di destê çekdarên grûpa (Firqeya Hemze) de, ew jî ser bi Tirkiyê ve ye.
Li gorî zanyariyên heman navendê, kesekî bi navê (Raman) ku, hîn li Efrînê ye, ji wê zindanê reviyaye, eşkere kiriye ku bi dehan girtiyan di bin îşkenceyê de yan jî ji ber rewşa xirab li nav zindanê, canên xwe jidest dane.
Kesê îşkencekirî nayê dermankirin, heta canê xwe jidest dide û termên kesên can jidest didin, li cihekî nêzîkî zindanê têne binaxkirin.
Raman dibêje çekdaran daxwaza 6 hezar dolar jê kirine ji bo ku wî berdin, lê ew ji zindanê reviya ye.
Li Efrînê 25 zindanên sereke hene, di destên grûpên çekdar de ne, Ji wan: Zindana Efrînê ku bi (Zindana Meratê) naskirî ye, Zindana Basûtê, Zindana Mehettê, Zindana Reco, Zindana Rêbenda Tirindê, Zindana Eşrefiyê, Zindana Reş, Zindana Hemzat, Zindana Emşat.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse