‘Kulîlkên Azadiyê’ li Amedê dar çandin

27-10-2025
Nîşan Koma Lêrê Amed Dar Çandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamên Koma Amed ên ku piştî 30 salî li Amedê konserek dabû, piştgirî da projeya qada kesk a Şaredariya Peyasê.

Endamên Koma Amed li qada 12 donimî ya ku dê li nêzîkî Bazara Gund a Kolana Mastfiroş ji aliyê Şaredariya Peyasê ve wekî qada kesk bê avakirin, darên fêkî çandin.

Hevserokên Şaredariya Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, endamên meclisê û endamên Koma Amed beşdarî çalakiyê bûn.

Endamên komê darên ku çandin av dan û ji bo bibe bîranîn, şopa destên xwe li ser zemîna betonî hiştin ku dê şaredarî li qada kesk bi cih bike.

Hevserokên Şaredariya Peyasê spasiya gel kir ku eleqeyeke mezin nîşanî konsera komê ya piştî 30 salan dabû.

Koma Amed bi berhemên xwe yên wekî “Kulîlka Azadî”, “Dergûş” û “Agir û Mirov” mohra xwe li muzîka Kurdî xistiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst