Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Polîtbûroya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî, çar dorên me di nav agir de ne, weke aliyên berpirsyar divê em xelkê xwe ji vî agirî biparêzin. Tişta ku Birêz Nêçîrvan Barzanî jî dike her ev e.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di çarçova serdana xwe ya aliyên siyasî de, îro li Hewlêrê, li gel Sekretê Polîtbûroya (PDK) Fazil Mîranî, endamên polîtbûroyê Hoşyar Zebarî, Zaîm Elî û Azad Berwarî civiya.
Fazil Mîranî piştî wê civînê ji rojnamevanan re axivî û di bersiva pirsa peyamnêrê Rûdawê, ‘Hûn hewldanên Nêçîrvan Barzanî yên pêkanîna tifaqekê di navbera partiyên Kurdistanî de, çawa dibînin?’ got, “Ya rastî Nêçîrvan Barzanî berî ku bibe Serokê Herêma Kurdistanê jî di nav hewldanên wiha de bû. Peywendiyên PDKê yên li gel YNK, Goran û partiyên din nimûne bo vê yekê. Piştî ku bû serok berpirsyariyên wî girantir bûn. Ev hewldan di heman demê de daxwaza rewa ya xelkê ye.”
Di dirêjahiya axavtina xwe de, Fazil Mîranî tekez kir, “Erka me ya sereke parastina xelk û welatê me ye” û wiha got, “Ev erka sereke ya yên ku xwe berpirsyar dibînin jî ye. Ji ber ku çardorên me di nav agir de ne. Weke aliyê berpirs divê em xelkê xwe ji vî agirî biparêzin. Ev nayê wê wateyê ku em ji agirê derdora xwe kêfxweş in. Tişta ku Birêz Nêçîrvan Barzanî jî dike her ev e.”
Fazil Mîranî diyar jî kir ku divê nûnerên Kurd ên di parlamentoya Iraqê de xwedî helwesteke hevbeş bin û got, “Me di vê mijarê de ji Birêz Nêçîrvan Barzanî re got ku ew xwedî her însîyatîfê ye. Divê parlamenterên me li Bexdayê tifaq bin. Eger wiha be dê baştir kar bikin.”
Herwiha Fazil Mîranî tekez kir ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê serdana partiyên Turkmen û Suryanî jî bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse