Hewlêr (Rûdaw) - Konsulê Holandayê yê Hewlêr a Herêma Kurdistanê dibêje, ew bi Wezareta Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê re ji bo pêşxistina sektora çandiniyê dixebitin û anî ziman, “Em dê alîkariya kompanyayên ku dixwazin li Herêma Kurdistanê bixebitin, bikin.”
Konsulê Holandayê yê Hewlêrê Jaco Beerends roja Yekşemê 27ê Mijdara 2022an di hevpeyvîneke taybet a bi Tora Medyayî ya Rûdawê re, rewşa çandiniyê ya li Herêma Kurdistanê gotûbêj kir diyar kir ku Herêma Kurdistanê herêmeke guncav e ji bo çandiniyê lê divê zêdetir giringî bi teknolojiya nû bê dayîn û hewl bê dayîn ku bikaranîna avê were kêmkirin.
Konsulê Holandayê yê Hewlêrê ragihand ku li Herêma Kurdistanê ji bo berhemanîna kîloyek bacanê sor 16 lître av pêwîst e û got, “Lê heke hûn dixwazin heman kîlo bacanê sor di jîngeheke guncav de mezin bikin, tenê çar lître av hewce dike.”
Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Konsulê Holandayê yê Hewlêrê Jaco Beerends re:
Rûdaw: Birêz Jaco Beerends, spas ji bo ku hûn bi me re ne. Berî her tiştî pirseke min heye: Ji kerema xwe ji min re behsa projeya xewna xwe ya bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê û sektora taybet re ji bo pêşxistina projeyên çandiniyê bike?
Jaco Beerends: We pirsa projeya xewnê kir?
Rûdaw: Belê.
Jaco Beerend: Erê, baş e gelek spas. Spas ji bo vê mêvanperweriyê. Projeyeke xewn ku bi gelek teknolojiyên nûjen û teknîkên ku em dikarin pêşkêş bikin, min berê jî çend caran behs kiriye lê ez mînakekê bidim we da ku mebesta min zelal be: heger hûn bixwazin kîloyek bacanê sor di axeke normal de mezin bikin, pêwîstiya we bi 16 lître av heye. Lê heke hûn dixwazin heman kîlo bacanê sor di jîngeheke guncav de mezin bikin, tenê çar lître av hewce dike. Ew jî ji ber teknolojî û nûjeniyê ye ku dikarin zêdetir bikin. Ez dibêjim heger hûn li derdora vir û guheztinên av û hewayê yên ku nêzî me dibin binêrin, ew teknîkeke pir maqûl e, nemaze ji bo vê herêmê.
Rûdaw: Pir balkêş e. Rêkeftineke we bi Wezareta Çandiniyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re heye. Tu dikarî bi berfirehî ji me re behsa wê bikî?
Jaco Beerend: Belê, ne rêkeftinek e lê em alîkariya wan dikin û şêwirmendiyek e li ser reşnivîsa siyaseta çandiniyê. Ji ber vê yekê Wezareta Çandiniyê li vir li ser rêyên başkirina di hemû sektoran de dixebite. Ev tê vê wateyê ku hûn hewce ne ku siyasetekê bikin ku destûrê dide kompanyayên ku van teknîkên nû tîne û wan bi rêkûpêk bikar bînin lê hûn jî divê malzemeyên taybet û tovên hewce ne ku divê werin guheztin bi rêkûpêk bikin. Me hewl da ku alîkariya Wezareta Çandiniyê ya li vir bikin da ku wê siyasetê bi pêş bixîne bi şîretên ku me karîbûn ji hikûmeta xwe û sektora taybet bînin. Em mêvan in û em li ser vê mijarê xizmeta şêwirmendiyê dikin.
Rûdaw: Baş e. Ji bilî projeyên çandiniyê, destpêşxeriyên we ji bo zêdekirina bazirganiya di navbera Herêma Kurdistanê û Holandayê de çi ne?
Jaco Beerend: Belê, bazirganî bi xwe beşek ji hevkariyên aborî ye û me hewl daye ku alîkariya kompanyayên ku dixwazin li Herêma Kurdistanê bazirganiyê bikin, bikin lê eger me destpêşxeriya vexwendina kompanyayên nû kir, em dê hewl bidin ku bala xwe bidin kompanyayên ku teknolojiyê nû bikar tînin, ji ber ku ew tiştekî ji bo tevahiya herêmê tînin.
Ez mînakekê bidim: Heger tenê kompanyayên me yên Kurdî yên mirîşkan hebin, mirîşka Holandî bînin Herêma Kurdistanê. Ev baş e û em ji du aliyan ve hinek pere qezenc dikin; Em mirîşkan difroşin û pere li Hollanda û vir tê bikar anîn lê ya ku me biryar daye em bikin ew e hin teknîkan pêşkêşî we bikin da ku hûn ji hêkên xwe van mirîşkên pir baş çêkin. Ev ferqa di navbera nûbûn û bazirganiyê de ye lê em her duyan jî dikin û alîkariya bazirganan jî dikin.
Rûdaw: Baş e. Ti bazirganiya we ya dualî bi Herêma Kurdistanê û Iraqê re li aliyekî û bi Hollanda re li aliyê din ve heye?
Jaco Beerend: Na, me tune. Bê guman zehmetî di rewşa taybet a Herêma Kurdistanê de ye, ji ber ku piraniya bazirganiyê, wek nimûne, di navbera welatan de li Iraqê tê tomarkirin. Ji ber wê jî bi taybetî bi Herêma Kurdistanê re pêkanîna vê yekê gelekî zehmet e.
Rûdaw: Belê. Baş e, hûn çawa pereyan ji bo piştgiriya karsazên biçûk û navîn li Herêma Kurdistanê dabîn dikin?
Jaco Beerend: Erê, ew pirseke gelekî baş e, ji ber ku ez dibêjim ev tiştekî bingehîn e ji bo mezinbûna projeyên biçûk û navîn. Pirsa we li ser awayên fînansê bû. Mînakî, em li vir di vê civînê de bi IFC re dixebitin. IFC şaxeke Banka Cîhanî ye. Ew bi taybetî bala xwe didene ser pêşxistina sektora taybet. Ji ber vê yekê em bi kompayayên li vê herêmê re têne cem hev. Em dikarin bibêjin ku ev ne destpêşxeriya me ye, ew bi xwe vê dikin lê em piştgiriyê didin. Wekî din, em hewl didin ku veberhênanê ji kompanyayên ku li vir dixebitin bistînin, ji ber ku di gelek rewşan de pere ne pirsgirêk e. Li vir gelek kompanya hene ku pereyên wan hene lê pêwîstiya wan pê heye ku ew ji bo tiştên rast bi kar bînin. Weke mînak, tiştê ku em niha bi rastî hewl didin bikin ew e ku em kompanyayên ku pereyên wan ji dahata petrolê tên, wisa bikin ku ew ji wir veguhêzin û di çandiniyê de veberhênanê bikin.
Rûdaw: Baş e. Pirsa min a dawî ew e ku şîreta we ji cotkarên Kurd re an jî ji wan kesên ku dixwazin veberhênanê di pîşesaziya xorakê de bikin çi ye?
Jaco Beerend: Erê, şîreta min ji wan re tune ku ew çawa bikin, ji ber ku ez ne cotkar im û ne endezyarê teknîkî ya çandiniyê me jî. Tenê şîreta min ew e ku min berê jî gotibû; heger hûn ciwan in û ji malbateke karsaz in, hewl bidin nûjeniyê bikin, hewl bidin ku teknîkên nû bikar bînin, hewl bidin ku karsaziya xwe gavek pêşdetir bavêjin, ji ber ku li vir amûreke mezin heye, gelek malbatên we yên bazirgan hene. Hûn bi salan e, yek li pey yê din, bazirganiyê dikin. Nifşê nû dikare teknîk û nûjeniyê bi dest bixe da ku bigihîje kompanyayên ku vê dixwazin. Ev şîreta min e.
Rûdaw: Belê lê ez dixwazim bizanim ku şîretên we li Kurdên ku dixwazin dest bi bazirganiyê bikin yan jî karên xwe pêş bixin, çi ne?
Jaco Beerend: Ez ji we re mînakekê bidim ku me hewl da bikin. Bernameya me ya Orange Corner heye ku ez bawer nakim ku we bihîstibe. Di bernameya Orange Corner de li vir li Hewlêrê em hewl didin ku karsazên ciwan ên ku nû dest pê kirine, rêberî û perwerde bikin, da ku bêhtir ramanên karsaziyê bistînin û bibin xwedî gav û ber bi pêş ve biçin. Ji ber vê yekê, ev bernameyek e ku tê de şeş kompanya di her komê de têne perwerdekirin û alîkarî tê kirin ji bo pêşxistina ramanên karsaziyên wan.
Rûdaw: Birêz Jaco Beerend, spas ji bo ku hûn bi me re bûn. Gelek spas.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse