Ji bo 18 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berfê hat dayîn

24 xulek berê
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Barîna Berfê Hişyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê û Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê ji bo 38 parêzgehan hişyariya berf û baranê da.

Ji van parêzgehan 18 li Bakurê Kurdistanê ne û 20 jî li Tirkiyeyê ne.

Birêvebiriya Giştî ya Keşnasiyê û Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ragihand ku sibe li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê baraneke xurt û berfeke zêde tê pêşbînîkirin.

Li gorî daxuyaniyê, ji bo 38 bajaran hişyariyên bi koda "pirteqalî" û "zer" hatine dayîn.

Her wiha hat diyarkirin ku dê pileyên germê bi awayekî berbiçav dakevin û di veguhastinê de astengî çêbibin.

Hişyariya berfê ji bo bajarên Bakurê Kurdistanê

Saziya Keşnasiyê ji bo gelek bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya koda "pirteqalî" (rîska zêde) û "zer" (rîska potansiyel) da.

Hişyariya bi koda Porteqalî: Çewlîg, Bedlîs, Colemêrg, Mûş, Wan û Şirnex.

Hişyariya bi koda zer: Agirî, Amed, Xarpêt, Erzingan, Erzirom, Qers, Sêrt, Sêwas, Dêrsim, Êlih, Erdexan û Îdir.

Hişyariya berfê ji bo bajarên Tirkiyeyê

Ji bo bajarên Tirkiyeyê jî hişyarî wiha ne:

Hişyariya bi koda Porteqalî: Bolu, Kastamonu, Zonguldak, Karabuk, Bartin û Duzce.

Hişyariya bi koda zer: Artvîn, Giresun, Gumuşhane, Kayserî, Kocaelî, Konya, Nevşehîr, Nîgde, Rîze, Sakarya, Sînop, Trabzon, Yozgat û Bayburt.

Berf dê 20 santîmetreyî derbas bike

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê li ser daneyên dawî daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku li hinek deveran stûriya berfê dê 20 santîmetreyan derbas bike.

Li gorî daxuyaniyê, li parêzgehên Çewlîg, Bedlîs, Mûş, Colemêrg û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê berfeke dijwar û stûr tê payîn.

Her wiha li Erzingan, Xarpêt, Dêrsim, Erzirom, Erdexan, bilindahiyên Îdirê, Agirî, Qers û Wanê jî tê pêşbînîkirin ku di navbera 5 heta 20 santîmetreyî berf bibare.

Li Amed û Êlihê hişyariya berfê

Wezaretê destnîşan kir ku li bakurê rojhilatê Amedê (Pasûr, Licê, Hezro û herêma Qerejdaxê ya li ser rêya Rihayê), li bakurê Êlihê (Hezo û Sason) û li bilindahiyên bakur û rojhilatê Sêrtê berfeke xurt dê bibare.

Hişyariya qeşagirtin û pûk

Rayedaran hişyarî da welatiyan ku li hemberî girtina rêyan, qeşagirtin, cemed û li cihên bilind li hemberî pûkê baldar bin û tedbîrên xwe bistînin.

Her wiha hat ragihandin ku li Herêma Marmarayê, peravên Deryaya Reş û Deryaya Spî dê bayekî xurt (40-60 km/saet) rabe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst