Nêçîrvan Barzanî û Balyozê nû yê Hindistanê civiyan

28-01-2025
RÛDAW
Soumen Bagchi û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Soumen Bagchi û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Soumen Bagchi Hindistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîtvan Barzanî û Balyozê nû yê Hindistanê yê Îraqê Soumen Bagchi qebûl kir.

Her wiha Konsulê Giştî yê Hindistanê yê Herêma Kurdistanê Madan Gopal û cîgirê wî jî beşdar hevdîtinê bûn.

Serokatoya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, Nêçîrvan Barzanî ji ber destbikarkirinê pîrozbahî li Balyozê nû yê Hindistanê kiriye û ji bo serkeftina di erka xwe de piştgiriya xwe jê re ragihandiye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Nêçîrvan Barzanî xwesteka Herêma Kurdistanê ya ji bo bipêşvebirina pêwendiyan a bi Hindistanê re dubare kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê got, "Balyozê nû yê Hindistanê, li gel nîşandana kêfxweşiya xwe ya ji bo destbikarkirin û serdana xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê, tekezî li ser xwesteka welatê xwe ya ji bo bipêşvebirina pêwendiyan li gel Îraq û Herêma Kurdistanê kir.

Her wiha amaje pê kir ku welatê wî bi girîngî û balkêşî li wan pêwendiyan dinêre."

Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku rewşa giştî ya herêmê û çend mijarên girîng ên hevbeş, mijarên din a hevdîtinê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst