Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê berê yê DEPê Selîm Sadakê ku li Almanyayê koça dawî kiribû, li navçeya Hezexê ya Şirnexê hat veşartin.
Siyasetmedarê Kurd Selîm Sadak ji ber nexweşiya penceşêrê li Almanyayê dihat dermankirin û li wir canê xwe ji dest dabû.
Termê Sadak ji Almanyayê anîn navçeya Hezexê ya Şirnexê.
Beşdariyeke berfireh
Siyasetmedara Kurd Leyla Zana, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Parlamenterê Amedê yê CHPyê Sezgin Tanrikulu û gelek welatî beşdarî merasîma cenaze ya li Hezexê bûn.
“Para Kurdan nefî û mirin e”
Di merasîma oxirkirinê de Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivî û bal kişand ser rewşa siyasetmedarên Kurd.
Bakirhan di axaftina xwe de got:
“Li cîhanê ji bo her kesî maf heye, hiqûq heye. Li cîhanê cih û warê her kesî heye lê para Kurdan nefî, girtîgeh û mirin e. Bila ev dinya wêran bibe.
Bes e ku me Selîm Sadak winda kirin. Me Cemal Kavak winda kirin. Orhan Dogan, Mehmet Sincar... Êdî em naxwazin winda bikin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse