Hewlêr (Rûdaw) - Dengbêjê navdar ê herêma Botanê Silêmanê Şirnexî (Suleyman Kabul), piştî nexweşiyeke demdirêj di 73 saliya xwe de koça dawî kir.
Silêmanê Şirnexî ku wekî yek ji xelekên dawî yên kevneşopiya dengbêjiya resen dihat naskirin, ev demeke dirêj bû ku ji ber felcê li nexweşxaneyê dihat dermankirin.
Ji zarokatiyê heta dawiya emrê xwe kilam gotin
Silêmanê Şirnexî li gundê Cêmanê yê Silopiyayê ji dayîk bû û her ji zarokatiya xwe ve bi dengê xwe yê xurt û hostatiya xwe ya li ser kilaman dihat naskirin.
3 sal bûn di nava nivînan de bû
Gulana 2022yan xwîn rijiya ser mejiyê wî û ji wê rojê ve Dengbêj Silêmanê Şirnexî bi temamî felc bûbû.
Silêmanê Şirnexî êdî nedikarî biaxive û sê salên dawî yên jiyana xwe di nava nivînan de derbas kirin.
Ev 5 meh bûn ku ew li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê dihat dermankirin.
Dê li gundê xwe were veşartin
Hat ragihandin ku şîna Silêmanê Şirnexî dê li Mizgefta Nebî ya li gundê wî Cêmanê bê danîn û dê wî li wir bispêrin axê.
Bi koça wî ya dawî re, di zincîra dengbêjiya Botanê de xelekeke din a girîng kêm bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse