Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên şaredariyan û endamên meclisên şaredariyan ên DEM Partiyê yên Amedê, mûçeyên xwe yên mehekê ji bo Kobaniyê bexşandin.
Hevserok di çarçoveya "Kampanyaya Alîkariya Mirovî ya Lezgîn a ji bo Kobaniyê" de ku ji aliyê Platforma Parastin û Piştevaniya Bajêr a Amedê ve hatiye destpêkirin, li Navenda Kongreyê ya Çand Amedê kom bûn.
Di civînê de biryar hat dayîn ku hevserokên şaredariyan mûçeyên xwe yên mehekê û endamên meclisan jî heqê hizûra xwe ya mehekê ji bo piştevaniya xelkê Kobaniyê bibexşînin.
“Hûn agir bin em av in”
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun di civînê de axivî û diyar kir ku Rojhilata Navîn di nava xelekeke mezin a agir de ye û got:
“Ev agir, di serî de dixwaze Kurdan bişewitîne. Li hemberî vî agirê ku ketiye Rojhilata Navîn, em Kurd av in. Em dê hemû agiran vemirînin.
Gelên mezlûm ên Rojhilata Navîn, wekî gelê Kurd bibin av, em hemû bi hev re biherikin û vî agirî vemirînin.
Ew agir îro şer e. Ew agir, hêzên navneteweyî ne, çeteyên Rojhilata Navîn in. Ew av jî aliyê aştiyê ye.
Ew dixwazin wekî aveke bi rûmet li ser axa xwe bi awayekî azad bijîn.”
Bexşandina mûçeyan
Dogan Hatun derbarê hûrgiliyên biryara bexşandina mûçeyan jî agahî dan û destnîşan kir ku ew dê nehêlin zarok ji sermayê bimirin û pê deçû:
“Em hemû mûçeyên xwe yên vê mehê ji bo piştevaniya xelkê Kobaniyê dibexşînin.
Em dê bi vî pereyî ji wan re avê bikirin, ji bo zarokan şîr û cilan bikirin, heta ku ji van şert û mercên giran rizgar dibin em dê ji wan re sobe û êzingan bikirin.
Bila hêzên hegemonîk zanibin ku em Kurd, di serî de ji bo xwe û ji bo hemû gelan azadiyê dixwazin.
Em şer naxwazin. Yên ku dixwazin me qir bikin jî bila zanibin, eger hûn agir bin em av in. Em dê li ber xwe bidin, em rê nadin ku zarok ji serma û cemedê bimirin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse