Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterên DEM Partiyê ji bo gihandina alîkariyan ên ji bo Kobaniyê, li ser medyaya civakî kampanyayek da destpêkirin û xwest ku Deriyê Sînorî yê Murşîtpinarê were vekirin.
Wekîlên Serokê Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî, Parlamentera Erziromê Meral Daniş Beştaş û Parlamenterê Agiriyê Sirri Sakik li ser hesabên xwe yên Xê peyam parve kirin û daxwaza vekirina deriyê sînorî kir.
"Bargilgirên alîkariyê amade ne"
Wekîla Serokê Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser rewşa Kobaniyê û got:
"Kobanî di bin dorpêçê de ye. Agirbesteke rastîn li holê nîne.
Di demekê de ku li ser maseyan di bin navê agirbestê de plan tên kirin, sivîl rûbirûyî birçîbûn û mirinê tên hiştin.
Daneyên UNHCRê zelal in: Di hefteyên dawî de zêdetirî 100 hezar kesan koçber bûne.
Li Kobaniyê krîza mirovî ne li ber derî ye, ketiye hundir. Barhilgirên alîkariyê amade ne.
Şaredarî û civaka sivîl amade ne. Divê Deriyê Sînorî yê Murşitpinarê demildest were vekirin.
Alîkariya mirovî nayê rawestandin û nabe mijara bazarê. Kobanî ne tenê ye. Parastina jiyanê ne sûc e, berpirsiyarî ye."
"Bi zanebûn ber bi mirinê ve birin e"
Wekîlê Serokê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî jî di peyama xwe de tekez kir ku xelk li Kobaniyê di navbera jiyan û mirinê de ye û wiha got:
"Xelk li Kobaniyê birçî, tî û di sermayê de têkoşîna jiyanê dide!
Divê Deriyê Sînorî yê Murşitpinarê ji bo alîkariya mirovî demildest were vekirin.
Girtîhiştina vî derî, ew xelk bi zanebûn û li ber çavan ber bi mirinê ve birin e. Ev nayê qebûlkirin.
Biratiya Kurdan ne bi hamasetê, di rewşeke wiha ya mirovî de bi tiştên ku hûn dikin an nakin tê pîvan."
Dîroka girtina derî
Deriyê Sînorî yê Murşîtpinarê yê di navbera Sirûç û Kobaniyê de, di serdema serokwezîriya Ahmed Davutoglu de hatibû girtin.
Derî di 18ê Sibata 2016an de bi hinceta ku "failê teqîna Kolana Merasimê ya Enqereyê bi YPGyê re têkildar e" hatibû girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse