Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê 10 kes bi hinceta PKKyê hatin desteserkirin.
Birêvebiriya Ewlehiyê ya Wanê li ser desteserkirinan daxuyaniyek belav kir.
Birêvebiriya Ewlehiyê ya Wanê ragihand ku "xebatên ji bo deşîfrekirin û pêşîgirtina li çalakiyên rêxistinan dewam dikin."
Birêvebiriyê da zanîn ku li Wanê di navbera 20 û 27ê Nîsanê de bi hinceta “endamtî û alîkariya PKKyê” 10 kes hatine desteserkirin.
Derbarê kesên ku hatine desteserkirin kar û barên hiqûqî berdewan dikin.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse