Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji ber serkeftina wî di hilbijartina serokkomariya Tirkiyê de pîrozbahî li Recep Tayyip Erdogan kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyamekê de ragihand: “Ez birêz Recep Tayyip Erdogan ji ber ku careke din wek Serokkomarê Tirkiyê hat hilbijartin pîroz dikim.”
Mesrûr Barzanî got: “Hêvîdar im di vê heyama serokatiya wî de, em zêdetir pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê pêş bixin.”
Îro gera duyem a hilbijartina serokkomariyê li Tirkiyê hat lidarxistin û li gor daxuyaniya Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) Ahmet Yener, berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan serkeftin misoger kiriye û careke din wek Serokkomarê Tirkiyê hatiye hilbijartin.
Li gor encamên ku YSKê ragihandine, di gera duyem a hilbijartinê de Erdogan ji sedî 52,14ê dengan û Kiliçdaroglu jî ji sedî 47,86 dengan wergirtine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse