Nûnerê Trump ê Sûriyeyê tê Hewlêrê

28-06-2025
RÛDAW
Nîşan Thomas Barrack Hewlêr Amerîka Sûriye Donald Trump
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Biryar e di çend rojên pêş de, Balyozê Amerîkayê yê Enqereyê û Nûnerê Serokê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Thomas Barrack serdana Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê bike.

Ev dê bibe yekem serdana fermî ya Barrack a ji bo Herêma Kurdistanê.

Li gorî çar çavkaniyên payebilind ên Amerîkî ku ji malpera Al-Monitor re axivîne û nexwestine navên wan werin eşkerekirin, biryar e Barrack li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bicive.

Yek ji çavkaniyan amaje bi wê yekê jî kir ku plana serdanê di pêwendiyeke telefonî ya 9ê Hezîranê de li gel Serokwezîr Mesrûr Barzanî hatiye danîn û her du alî gihîştine wê baweriyê ku komek mijarên lezgîn ên taybet bi Sûriye û Îraqê, zêdetir pêwîstî bi civîneke rûbirû heye.

Dibe ku bi Mezlûm Ebdî re jî bicive

Li gorî çavkaniyan, eger heye ku Barrack cara yekem li Hewlêrê li gel Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bicive.

Di van demên dawî de, Ebdî civînên xwe yên dîplomatîk ên astbilind li şûna Sûriyeyê, li Hewlêrê pêk tîne, wekî ku di meha Nîsanê de li gel Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot re civiya.

HSD li Sûriyeyê di şerê li dijî DAIŞê de hevpeymanê serekî yê Pentagonê ye.

Kurdên Rojavayê Kurdistanê, bi piştgiriya Amerîkayê, ji bo tevlîkirina saziyên sivîl û HSDyê di nava saziyên hikûmeta navendî de, ligel Şamê di danûstandinan de ne.

Çavkaniyan ji "Al-Monitor" re gotiye, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotûbêjên xwe yên li gel Barrack de piştgirî daye Kurdên Sûriyeyê (Rojavayê Kurdistanê) û tê pêşbînîkirin ku di civîna Hewlêrê de jî li ser helwesta xwe berdewam be.

Têgihiştineke giştî heye ku Barrack ku milyarderekî warê xanûberan e û bi eslê xwe ji Libanaê ye, ji ber pêwendiya wî ya pir nêzîk a bi Trump re, li ser hemû biryar û bipêşketinê siyasî xwedî bandoreke mezintir e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst