Hewlêr (Rûdaw) - Li Hewlêrê vê sibehê du dronên bombebarkirî ketin xwarê.
Dronek li nav zeviyan ketiye û drona din jî li nahiyeya Rizgariyê ya qezaya Xebatê li kafeteryayekê ketiye.
Dezgeha Antîterorê ya Kurdistanê ragihand ku derdora saet 05:50î li nahiyeya Rizgariyê ya qezaya Xebatê ya Hewlêrê droneke bombebarkirî ketiye xwarê û ti zererên canî û madî çênebûne.
Di vîdeoyeke ku ji Rûdawê re hatiye şandin de, tê dîtin ku li Kewresorê droneke bombebarkirî li zeviyekê çandiniyê ketiye xwarê û ti zerer canî û madî nebûne.
Di vîdeoyeke din de jî ku gihîştiye Rûdawê, drona ku li Rizgariyê ketiye xwarê li ser banê avahiyekê ketiye.
Şahidekî bûyerê yê bi navê Newas Herkî jî piştrast kir ku dron li ser banê kafeteryayekê ketiye xwarê.
#VÎDEO - Li Hewlêrê 2 dronên din ketin xwarê
— RudawKurdi (@RudawKurdi) July 28, 2025
🛑 Dronek li nav zeviyan ketiye û drona din jî li nahiyeya Rizgariyê ya qezaya Xebatê li kafeteryayekê ketiye#Hewlêr pic.twitter.com/xYkRJHSakv
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse