Hewlêr (Rûdaw) - Li Rihayê xezalên ji ber ku nesla wan li ber nemanê ye, hildane bin parastinê, hejmara wan bi karikên wan re 3 hezar derbas kir.
Xezalên ku nifşa wan li ber metirsiya nemanê ye, li Rihayê li Stasyona Lihevzêdekirina Xezalan a Birêvebiriya Giştî ya Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî ya Wezareta Çand û Daristanan tên parastin.
Xezalên li wê deverê ku tên parastin bi taybet di dema zayinê de ji bo zerer negihije karikên wan û neyên dizîn, cendirme û ekîbên Birêvebiriya Giştî ya Parkên Neteweyî û Parastina Jîngehê dixebitin.
Ekîbên ku 24 saetên 7 rojan nobetê digirin rê li ber nêçîrvaniya qaçax digirin.
Parêzgarê Rihayê Hasan Şildak ragihand ku xezal û xwedîkirina wan ji bo wî bajarê Bakurê Kurdistanê girîng in.
Hasan Şildak tekezî kir ku hemî personel wekî çavên xwe guh didin xezalan û got ku dema demsala wan tê wan berdidin siruştê.
Şildak her wiha diyar kir ku li stasyonê qadeke danasînê jî heye û kesên ku dixwazin xezalan bibînin vexwend bajêr.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse