Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) derbarê axafinên Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu de ku gotibû pirsa Kurd ligel HDPê li Parlamentoya Tirkiyê çareser dikin dibêje “Ez ne piştrast im ji wêya ku ew alî bi rastî dixwazin pirsa Kurd çareser bikin.”
Serokê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu roja Yekşemê 27ê Îlona 2021ê li bajarê Agirî yê Bakurê Kurdistanê got “Pirsa Kurd qonaxa herî dijwar di wê serdemê de derbas kiriye ku Partiya Gel a Komarî (CHP) bi tenê desthilat bû li Tirkiyê.”
Yapicioglu amaje bi wê yekê da ku eger CHP gehiştibe wê xalê û dibêje pirsa Kurd çareser dikin, ev dilxweşker e, lê wiha dixuye bo bidestxistina dengê dengderên HDPê be.
Serokê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu di derbarê pirsa Kurd de got “Yên ku navnîşan bo çareseriyê pêşan didin, heman ew in ku bêçariyê ferz dikin, me ev xal destnîşan kiriye. Ew aliyên ku em behs dikin, ne piştrast im ji wêya ji dil dixwazin pirsê çareser bikin.
Yapicioglu axavtina xwe wiha domand “Pirsa Kurd nêzîka 100 sal e heye û herwiha ji qonaxên dawî yên serdema Osmaniyan ve destpê kiriye, ev pirs di serdema komarê de zêdetir bûye, di wê demê de ku Partiya Gel a Komarî (CHP) bi tenê desthilat bû, pirsa Kurd di qonaxa herî dijwar re derbas bûye. Eger CHP gehiştiye xalekê ku dixwaze pirsa Kurd çareser bike, ev me kêfxweş dike, lê wiha dixuye bo bidesxistina dengê dengderên HDPê be, bo serkeftina wî berbijêrê wan be ku bo postê serokatiya komarê dikin berbijêr, ew eger bihêztir e.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse