Hewlêr (Rûdaw) - Baroya Amedê derbarê “Şahîdê Nihênî” li dijî Desteya Dadwerên Dadgeha Amedê doz tomar kir.
Tomarkirina dozê ji aliyê Baroya Amedê ve piştî wê yekê hat, ku roja 13ê Îlonê di civîna dadgehîkirina Ayişe Gokkan, hevseroka berê ya Şaredariya Nisêbînê de ku li 9mîn Dadgeha Cizayên Giran a Amedê hat lidarxistin, di navbera serokê dadgehê û parêzerên dosyeyê de xirecir derket û parêzerên Ayişe Gokkan bi zorê ji dadgehê hatin derxistin.
Roja paştir, rûniştina dadgehê derbarê dosyeyeke din de bêyî amadebûna tohmetbar û parêzer birêveçû û îfade ji “şahidê nihênî” derbarê wan parêzeran de hat wergirtin.
Şahidê nihênî yê wê dosyeyê ku kesek e di sala 2018an de ji PKKê veqetiyaye, di îfadeyên xwe ragihandiye, ku ew xirecira beriya çend rojan li dadgehê di navbera parêzerên Baroya Amedê û Desteya Dadwerên Dadgehê de çê bûye, bi fermana PKKê bûye û armanc jê nehiştina baweriya bi dadgehê û Desthilata Dadê ya Tirkiyê bûye.
Serokê Baroya Amedê, Nahît Eren ku li ser daxwaza hevpîşeyên xwe li gel hejmarek parêzeran wek çavdêr di rûniştina dadgehê de amade bûbû, ragihandiye, “bi wergirtina îfadeyê ji ‘şahîdekî nihênî’ ku çendîn sal e ji PKKê cuda bûye, dadweran tawan kiriye. Mafê ti kes û saziyekî nine gefê li parêzer bike ku di dadgehê de erkê parastinê li xwe girtiye.”
Wergirtina îfadeyê ji şahidê nihênî li Tirkiyê rastî gelek rexneyan dibe û niqaş li ser tê kirin.
Li Tirkiyê di sala 2008an de pêdeçûnek di yasaya parastina şahidan de hat kirin û karkirin bi yasaya şahidê nihênî destpê kir, lê berî derketina yasayê bi awayekî pratîkî di dosyeya Ergenekonê de, sala 2007an di dadgehan de îfade ji şahidên nihênî hatin wergirtin.
Di dadgehên Tirkiyê de derbarê beşeke zêde ya dosyeyên girtiyên siyasî yên Kurd, Cemaeta Gulen û kêysên din ên cihê de, li ser esasê îfadeyên şahidên nihênî, biryar hatiye dan, bi wê sedemê jî bi sedan kes bêyî hebûna belgeyan û tenê li ser axaftinên şahidê nihênî hatine girtin, cezayên giran bi ser wan de hatine sepandin.
Li Tirkiyê, ew kesên ji nav rêxistinekê reviyane û xwe radestî hêzên ewlehiyê kirine û zanyariyên giring derbarê wê rêxistinê de dabin aliyên peywendîdar ên Tirkiyê û rola wan di têkşikandina wê rêxistinê de hebûbe, di çarçoveya yasaya parastina şahid de wek şahidê nihênî serederî li gel wan tê kirin û di dadgehan de bi bikaranîna nasnavekê li cihê navê wan, gotinên wan li dijî tohmetbaran wek belge tên wergirtin.
Ew kes ji bo parastina xwe dikarin nasnameya xwe veşêrin, nasnavan bikaran bînin, ewên ku metirsî li ser wan heye, ji bo ku neyên naskirin, dikarin neştergeriya cuwankariyê bikin û wechê xwe, nasname û cihê niştecîbûna xwe biguherin.
Di rûniştinên dadgehan de, îfadeyên wan şahidên nihênî di nav zerfekê de radestî Desteya Dadweriyê tê kirin û tenê Serdozger û Dadwer dikarin navê rastî yê şahidên nihênî bizanin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse