Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Veysî Ulgen ragihand ku rewşa Civaknas û Nivîskar Dr. Îsmaîl Beşîkçî ber bi başbûnê ve diçe lê ew cihê mêjiyê yê ku xwîn rijiyabû ser xeter e û metirsiya li ser jiyana wî berdewam e.
Civaknas, nivîskar û dostê Kurdan Dr. Îsmaîl Beşîkçî, doh danê êvarê li Ameda Bakurê Kurdistanê di Festîvala 9emîn a Belgefîlman a FîlmAmedê de dema diaxivî ji nişka ve ji ser hişê xwe çû.
Tîmên tenduristiyê çûn salona festîvalê û piştî midaxeleya destpêkê, wan Beşîkçî bir Nexweşxaneya Fakulteya Bijîşkiyê ya Zanîngeha Dîcleyê.
Dr. Îsmaîl Beşîkçî ji şeva borî ve di beşa çavdêriya hûr a de tê dermankirin.
Bijîşkên Beşîkçî li gel Serokê Weqfa Beşîkçî û Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucakê û endam û birêvebirên DEM Partiyê derbarê rewşa wî civîneke çapemeniyê saz kir.
Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Veysî Ulgen li ser rewşa dawî ya Îsmaîl Beşîkçî axivî û ragihand ku ji şeva borî ve tê dermankirin û rewşa wî baştir e.
Veysî Ulgen da zanîn, tevî ku rewşa Beşîkçî ber bi başiyê ve diçe jî ji ber ew cihê mêjiyê yê ku xwîn rijiyabû ser metirsiya li ser jiyana wî didome.
Ulgen her wiha diyar kir ku Beşîkçî di axaftinê de zehmetiyê dikişîne, aliyê wî yê rastê felc bûye û dîtina wî jî ne zelal e.
Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Dr. Veysî Ulgen ragihand:
“Mamosteyê me ji şeva borî ve di beşa çavdêriya hûr de ye û tê şopandin.
Di encama tomografiya ku sibehê jê re hatiye girtin de hatiye dîtin ku xwîn belav nebûye û rewşa wî ya giştî têk neçûye û wekî şeva borî ye.
Ev jî xebereke dilxweşker e lê em dikarin bibêjin ku ji ber cihê mêjiyê yê ku xwîn lê kom bûye metirsî hîn jî berdewam e lê li gorî destpêkê niha di rewşa wî de bipêşveçûn heye.
Di axaftinê de zehmetiyê dikişîne û felca aliyê wî yê rastê berdewam e.
Dîtina wî jî şêlî ye. Li hemberî pirsan bersivên biwate dide.
Di vî warî de em bi berdewamî rewşa wî dişopînin.”
#WÊNE - Li hewşa Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê li ser rewşa Îsmaîl Beşîkçî daxuyanî tê dayîn
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 28, 2025
🛑Don xwîn rijiyabû ser mêjiyê Îsmaîl Beşîkçî û Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê ragihandibû ku rewşa wî "krîtîk" e
📸Abdulselam Akinci-Rûdaw pic.twitter.com/ZM5g8gYz3x
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse