Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe Rêber Ehmed projeyek ragihand û da zanîn ku ew dê ji bo avakirina projeyên niştecihbûnê, stasyonên benzînê û hemû cihên giştî bibe bingehek.
Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê li Hewlêrê, bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî û hejmarek berpirsan Projeya Rêbernameya Ewlehiyê ragihand.
Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed di merasimê de gotarek pêşkêş kir û ragihand:
"Me hewlên cidî dane ku em şiyana saziyên xwe hevsengî bingehên cîhanî yên xebatê bikin û bi zîrekiyeke nû û amûrên serdemî bihêz bikin."
“Di demeke nêzîk de em dê bibînin”
Rêber Ehmed amaje bi şiyanên Birêvebiriya Parastina Sivîlan kir û da zanîn:
"Em îro ji bo bersivdanê û cureyên herî baş ên otomobîl û amûrên agirvemirandinê ya bi qebareyên mezin û biçûk di qonaxeke zêrîn a rewşa amadehiyê de ne û di destê tîmên Parastina Sivîlan de ne û rojane ji bo parastina jiyana xelkê tên bikaranîn."
Wezîrê Karên Navxwe her wiha da zanîn ku şiyana Parastina Sivîlan sal bi sal zêde dibe û anî ziman:
"Me bi berdewamî sûd ji derfetên rahênanê yên li seranserî cîhanê wergirtiye.
Di demeke nêzîk de jî em dê bibînin ku li Kurdistanê, teknolojî û dronên bipêşketî di kontrolkirina şewatan de tên bikaranîn."
Komîteyeke bilind li Wezareta Karên Navxwe serpereştiya kodên Rêbernameya Ewlehiyê dike ku sala 2021ê bi fermanekê hatibû avakirin.
Wezîrê Karên Navxwe Rêber Ehmed got:
"Wan erka amadekirin û nivîsandina rêber û kodên ewlehiyê girtiye ser milê xwe ku binesaziya Kurdistanê bi awayekî zexm ji nû ve were avakirin."
Rêber Ehmed her wiha anî ziman:
"Herêma Kurdistanê cara yekem e dibe xwediyê kod û standardên xwe yên taybet di warê ewlehiyê de ku ji aliyê hikûmetê ve dê bidin karsaz û wezaretan û ew dê bibin destûra avakirina avahî û cihên niştecihbûnê, stasyonên sotemeniyê, gaza şil û veguhastina madeyên xeternak."
Rêber Ehmed ji veberhêner, xwediyên kar û xwediyên projeyên niştecihbûnê xwest ku pêbendî kodên Rêbernameya Ewlehiyê bin, "Ji ber ku bicihanîna wan, metirsiya rûdana karesatên mezin kêm dike".
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse