Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qoserê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, di çarçoveya lêpirsîna kuştina Malbata Kayayan de tohmebtbarekî din hat girtin.
Bi vî awayî di dosyayê de hejmara girtiyan derket 2 kesan.
Li navçeya Qoserê derbarê kuştina Mehmet Kaya, hevjîna wî Berna Kaya û keça wan a 5 salî Samyelî Kayayê de lêpirsîn berdewam dike.
Hate ragihandin ku di çarçoveya lêpirsînê de kesekî din hatiye desteserkirin.
Ew kesê ku nasnameya wî nehat eşkerekirin, piştî kar û barên li emniyetê sewqî dadgehê hat kirin.
Dadweriya Sulh û Cezayê ya Nobedar bi tohmeta “alîkariya kuştina bi zanebûn” biryara girtina wî da.
Beriya niha kesê bi navê M.C. jî bi hinceta “windakirina delîlan” hatibû girtin. Bi girtina vî kesê dawî re hejmara girtiyan derket 2yan.
Çi bûbû?
Beriya çend rojan li Taxa Aştiyê ya Qoserê, Mehmet Kaya, hevjîna wî Berna Kaya û keça wan a 5 salî Samyelî Kaya di mala xwe de mirî hatibûn dîtin.
Di encama lêkolînan de hatibû tesbîtkirin ku her sê endamên malbatê bi çekê hatine kuştin.
Cenazeyê Mehmet Kaya li gundê Qewsanê yê Qoserê hatibû veşartin.
Ji ber ku Berna Kaya xelka Wanê bû, cenazeyê wê û keça wê li Wanê spartibûn axê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse