Hewlêr (Rûdaw) – Heyeteke payebilind a Îraq û Herêma li Qada Gazê ya Kormorê ye.
Li gorî zanyariyên Nûçegihanê Rûdawê yê li Kormorê, civîna heyeta bilind a ewlehiyê ya Îraq û Herêma Kurdistanê dest pê kiriye û wezîrên karên navxwe yên her du aliyan serperiştiya civînê dikin.
Heyeteke payebilind a ewlehiyê ya Îraq û Herêma Kurdistanê bi amadebûna Wezîrê Karên Navxwe yê Îraqê Ebdulemîr Şemerî, Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed û Serokê Dezgeha Îstixbarata Niştimanî ya Îraqê Hemîd Şetirî çûn Qada Gazê ya Kormorê ya li Çemçemalê.
Derengiya şeva 26ê Çiriya Paşîn bi "mûşekekê" êrişî Kormorê hatibû kirin. Di encama êrişê de depoyeke gazê şewitîbû û hilberîna gazê li Kormorê rawestiyabû.
Nûçegihanê Rûdawê yê li Kormorê Erkan Elî ragihand ku "tîmeke pispor a lêkolînên leşkerî" bi heyeteke ewlehiyê re ye ku çûye Qada Gazê ya Kormorê.
"Dana Gas garantiyê dixwaze"
Di heman demê de çavkaniyekê ji civîna heyeta ewlehiyê ya li Kormorê ji Rûdawê re got:
"Kompanyaya Dana Gasê amade ye dest bi karên xwe bike lê daxwaza garantiyekê ewlehiyê dike."
Berhema Qada Gazê ya Kormorê ji sedî 80yê karebaya bajarên Herêma Kurdistanê dabîn dike.
Ji şeva êrişê ve pirsgirêk di karebaya 24 demjimêrî de derketiye û ev du roj in rojane 5 heta 6 demjimêran kareba didin welatiyan.
Ew heyeta ewlehiyê ya ku îro çûye Kormorê, li ser fermana Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî lêkolînê li ser bûyerê dike.
Tê çaverêkirin ku paşê raporek li ser êrişê, bandor û encamên wê ji raya giştî re bê eşkerekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse