Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarekî Artêşa Ereban a Sûriyeyê ku bi nasnavê "Endezyarê Tunelan" dihat naskirin, di şer û pevçûnên li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de li çoltera Kobaniyê hat kuştin.
Ebû Museb Şenanê ku wekî "Endezyarê Tunelan" an jî "Wezîrê Tunelan" dihat naskirin, fermandarekî leşkerî bû û navê wî di şerê Sûriyeyê de bi taktîkên şerê tunelan ve hatibû girêdan.
Li gorî medyaya Sûriyeyê û çalakvanan, Ebû Museb Şenan vê mehê di pevçûnên li gel HSDyê de li derdora bajarê Kobaniyê, li nêzîkî kargeha çîmentoyê ya Lafargeyê hatiye kuştin.
Ebû Museb Şenan
Ebû Museb Şenan ji devera Çiyayê Zawiyê yê gundewarê Idlibê bû.
Di nav Tevgera Ehrar el-Şamê û Eniya Îslamî de erkên fermandariyê wergirtine û paşê tevlî komên mixalefetê (Artêşa Niştimanî ya Sûriyê) bûye ku Tirkiyeyê piştevaniya wan dikir.
Şenan, ji nav refên komên mixalefetê derbasî nav saziya nû ya leşkerî bû ku ji aliyê Ehmed Şer (Colanî) ve hatibû avakirin.
Ew di nav Lîwaya 42an a "Artêşa nû ya Sûriyeyê" de xwedî posteke fermandariyê bû.
Endezyarê Tunelan
Ew li li eniyên bakur û bakurrojhilat (Rojavayê Kurdistanê) tevlî gelek endazyarî û operasyonên leşkerî bûbû.
Şenan bi şiyana xwe ya di sêwirandin û pêkanîna torên tunelên aloz de navdar bû ku di operasyonên leşkerî yên li dijî hêzên rejîma berê ya Sûriyeyê de dihatin bikaranîn.
Li gorî agahiyan, wî serperiştiya operasyonên kolandina tunelan dikir ku digihiştin bin baregehên leşkerî û paşê ew tunel diteqandin.
Navê wî bi teqandina van cihên stratejîk ve hatiye girêdan:
- Xala Fenarê ya li lûtkeya Çiyayê Erbeînê ya li çoltera Idlibê.
- Xala Qesra Zer a li Erîhayê.
- Baregehên li kampên Wadî Deyf û Hemîdiyeyê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse