Washington (Rûdaw) - Li Amerîkayê ji bo parastina Kurdên li Sûriyeyeyê di nav Kongre û Senatoyê de tevgereke berfireh dest pê kiriye.
Senatorên her du partiyên sereke amadekariya projeyasaya "Parastina Kurdan" dikin.
Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde li ser vê mijarê li gel du senatorên bibandor ên Amerîkayê axivî.
Wan senatoran bi yekdengî teqez kir ku divê Kurd wekî hevpeymanên stratejîk ji her cure êriş û tolhildanên hikûmeta nû ya Şamê werin parastin.
Senatorên wekî Lindsey Graham û Richard Blumenthal diyar kir ku ew dê projeyasayeke taybet pêşkêş bikin da ku îdareya Amerîkayê ji bo dabînkirina ewlehiya Kurdan erkdar bikin.
Hev dem wan daxwaz ji hikûmeta Ehmed Şer kir ku li şûna êrişan rêya dan û standinan a li gel HSDyê hilbijêre û di Sûriyeyeya nû de mafên Kurdan û hemû pêkhateyan bi fermî nas bike.
Senator Lindsey Graham da zanîn ku ew dê vê hefteyê projeyasaya parastina Kurdan pêşkêş bikin û endamên din ên Senatoyê jî piştgiriyê didin wê projeyê.
Senator Richard Blumenthal jî diyar kir ku ew di Kongreyê de ji bo parastina Kurdan dixebitin û got: "Ez hêvî dikim îdareya Amerîkayê jî ji bo vê armancê karên zêdetir bike."
"Ev erk li ser milê Amerîkayê ye"
Senator Richard Blumenthal li ser mijarê wiha got:
"Bi dîtina min pêwîst e em Kurdên Sûriyeyeyê biparêzin. Her wiha em gavan biavêjin û piştrast bin ku ew dê li hemberî her ceza û tolhildaneke hikûmeta Sûriyeyeyê parastî bin.
Ev erk li ser milê Amerîkayê ye çimkî me hevahengî bi wan re kiriye û em bi hev re xebitîne.
Ez ji bo hebûna projeyasayekê bi hevalên xwe re dixebitim lê ez hêvî dikim hikûmeta Amerîkayê zêdetir parastina wan bike."
Di çend rojên borî de Rûdawê bi awayekî domdar bi dehan endamên Kongreyê re axivî.
Hemû bi yekdengî li dijî wan êriş û binpêkirinan in ku li hemberî Kurdan û hêzên Kurdî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê tên kirin.
Di Kongreyê de Kurd wekî hevpeymanekî xurt ê Amerîkayê tên dîtin.
Senator dibêjin wan êrişan ew gelekî dilgiran kirine, ew haydarî binpêkirin û raporan in û daxwazê ji hikûmeta Sûriyeyeyê dikin ku dawî li wan êrişan bîne û rêya diyalogê hilbijêre.
"Divê hikûmeta Ehmed Şer êrişan rawestîne"
Senator Chris Coons jî dilgiraniyên xwe wiha anîn zimên:
"Ez ji bo silametî û ewlehiya hevparên me yên Kurd ên di nav Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSDyê) de gelekî dilgiran im. Bi dîtina min divê hikûmeta Ehmed Şer êrişên xwe rawestîne û wekî rêyeke guncav bi Kurdan re dan û standinan bike."
Li gel wan zextên Kongreyê û bi taybetî jî yên Senatoyê, hikûmeta Amerîkayê jî bi awayekî cidîtir li ser vê mijarê dixebite.
Amerîkayê daxwaz kiriye ku agirbesta demkî ya Sûriyeyeyê bibe agirbesteke daîmî.
Hev dem daxwaz hatiye kirin ku HSD û hikûmeta Sûriyeyeyê bi rêya diyalogê van pirsgirêkan çareser bikin.
Berpirsên Amerîkayê, ji Serokkomar bigire heta Kongreyê, tekez dikin ku divê di Sûriyeyeya nû de mafên Kurdan û pêkhateyan parastî bin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse