Guterres: Nabe ku li Sûriyeyê pirsgirêka Kurdan bi rêya leşkerî were çareserkirin

1 demjimêr berê
Namo Ebdullah
Namo Ebdullah
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres / Wêne: Rûdaw
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres / Wêne: Rûdaw
Nîşan Antonio Guterres Neteweyên Yekbûyî Kurd Sûriye
A+ A-

New York (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres di bersiva pirsa Rûdawê de ragihand ku nabe pirsgirêka Kurdan a li Sûriyeyê bi rêya leşkerî were çareserkirin.

Guterres her wiha diyar kir ku di serdema Beşar Esad de Kurd hatine çewisandin.

Nûçegihanê Rûdawê Namo Ebdula di konferanseke rojnamegeriyê de li ser rewşa Sûriye û Kurdan pirsek ji Antonio Guterres kir.

Namo Ebdulla di pirsa xwe de bal kişand ser êrişên dawî yên hêzên hikûmeta Sûriyeyê yên li herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de.

Nûçegihanê Rûdawê bi bîr anî ku ev dever berê ji aliyê HSDyê ve ji destê DAIŞê hatibûn derxistin û wiha pirsî:

"Kurdên Sûriyeyê dibêjin ew dixwazin çekên xwe ji bo parastina axa xwe bihêlin çimkî gumanên wan ji wan hêzên nû hene ku li Şamê ne. Gelo nabe ku civaka navneteweyî ji helwesta Kurdan fêm bike, bi liberçavgirtina dîroka çewisandina wan a li ser destê DAIŞê û komkujiya Êzidiyan, û cureyekî otonomiyê bide wan da ku karibin karûbarên ewlehî û navxweyî yên xwe di çarçoveya Sûriyeyeke yekgirtî de bi rê ve bibin?"

"Ez dîroka çewisandina Kurdan dizanim"

Antonio Guterres di bersiva xwe de diyar kir ku ew dîroka Kurdên Sûriyeyê ya di serdema Beşar Esad de dizane û got:

"Dema ku ez Komîserê Bilind ê Penaberan bûm û berpirsyarê dosyeya bêwelatan bûm, me gelek gotûbêjên cidî kirin li ser wê rastiyê ku piraniya Kurdên Sûriyeyê bê nasname bûn û li Sûriyeyê wekî welatî nedihatin naskirin.
Loma dîrokeke çewisandina Kurdên Sûriyeyê heye ku rastî ye û ez jî mikur lê têm."

"Nabe ku pirsgirêk bi rêya leşkerî were çareserkirin"

Sekreterê Giştî yê NYyê îdia kir ku pirsgirêka nasnameyê bi biryarnameyeke hikûmetê çareser bûye û wiha behsa çareseriya giştî kir:

"Bi ya min nabe ku pirsgirêk bi rêya leşkerî were çareserkirin.
Bi nêrîna min çareserî ew e ku saziyek were avakirin ku hemû pêkhate hîs bikin ku nûnertiya wan dike û em jî hemû hewlên xwe didin ku di vî alî de parêzvaniyê bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst