New York (Rûdaw) - Seroka Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî Annalena Baerbock di bersiva pirsa Rûdawê ya li ser rewşa Kurdên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê de got, “Me koçberkirina Kurdan dît, divê mafên wan bên parastin.”
Aloziyên li Helebê û derdora wî bajarî didomin û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hişyariyê dide ku DAIŞ dê sûdê ji vê rewşê wergire û êrişî girtîgehan bike.
Nûçegihanê Rûdawê Namo Ebdula li Baregeha Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê, derbarê rewşa Helebê û Rojavayê Kurdistanê pirs ji Seroka Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî Annalena Baerbockê kir.
Annalena Baerbock di axaftina xwe ya salane de behsa gelek mijarên cîhanî kir lê behsa Kurdan nekir.
Lê belê piştî axaftinê, di civîna çapemeniyê de pirsa Rûdawê bersivand.
"Me koçberkirina Kurdan dît"
Namo Ebdula ev pirs arasteyî Baerbockê kir:
"Di nava çend rojên borî de, me dît ku çekdarên Îslamî li Sûriyeyê êrişî hêzên Kurdan kirin, heman ew jin û mêrên ku cîhanê ji bo têkbirina DAIŞê pişta xwe pê ve girê dabû. Wê demê te wekî Wezîra Karên Derve kar dikir. Li gorî Neteweyên Yekbûyî, zêdetirî 100 hezar kes ji deverên ku piraniya niştecihên wan Kurd in koçber bûne. Te niha behsa gotineke rizgarbûyîyekî Holokostê kir ku dibêje: 'Gava mirovên baş ti tiştî nekin, xerabî bi ser dikeve'. Pirsa min ev e: Li gorî wan qurbaniyên ku gelê Kurd di şerê dijî DAIŞê de dane, gelo tu bawer dikî ku erkeke exlaqî li ser milê cîhanê heye ku îro pişta xwe nede wan?"
Seroka Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di bersiva xwe de destnîşan kir ku mafên mirovan nayên cudakirin û wiha got:
"Mafên mirovan û mirovahî ji hev nayên veqetandin. Wateya vê yekê ew e ku ne girîng e em behsa kîjan netewe yan komê dikin, Kurd bin, Xiristiyan bin, Misilman bin yan jî Rohîngya û yên din bin.
Mafê her kesî li ser vê rûyê erdê heye ku gava binpêkirinên mafên mirovan rû didin, em li hemberî wan bêdeng nemînin.
Derbarê rewşa Heleb û derdora wê, agahiyên koçberkirina gelê Kurd gihîştine me. Me ditiye ku êriş li xelkê sivîl hatine kirin.
Xelkê sivîl, ku bêguman Kurd jî di nav de divê di bin her şert û mercî de werin parastin û ez bi tundî bangî hemû aliyan dikim ku vegerin ser maseya gotûbêj û dan û standinan."
Pêvajoya aştiyê û berpirsyariya hikûmetê
Annalena Baerbock her wiha bal kişand ser pêvajoya nû ya li Sûriyeyê û anî got:
"Me di nava çend rojên borî de ev yek dît, wateya vê ew e ku pêvajoya aştiyê ya bi birêvebiriya Sûriyeyê divê hemû kom û hemû pêkhateyên neteweyî yên li Sûriyeyê bihewîne.
Bê guman berpirs, hikûmet û Serokê Sûriyeyê, berpirsyariya wan li ser mil e ku piştrast bin ne tenê hemû kom di pêvajoya aştiyê de beşdar dibin lê belê divê hemû xelkê li nav Sûriyeyê parastî bin."
Dengên dostên Kurdan zêde dibin
Li aliyê din, HSD dilgiran e ku Şam êrişên xwe berfirehtir bike.
Ji Kongreya Amerîkayê jî dengên dostên Kurdan di 24 saetên dawî de zêde bûne.
Senatorekî Amerîkayê gef li Sûriye û Tirkiyeyê xwar û got ku Amerîka qebûl nake êrişî wan şervanên Kurd were kirin ku Washingtonê ji bo têkbirina DAIŞê pişta xwe dabû wan.
Neteweyên Yekbûyî jî ragihandibû ku hîn zêdetirî 100 hezar kesî nekariye vegerin mal û halên xwe yên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse