Li Çilaxayê jiyan û berxwedan mil bi mil in: 'Em Kurdistanê dixwazin'

1 demjimêr berê
Dilniya Rehman
Mihemed Remezan û Nezîr Şêx Mûsa\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Mihemed Remezan û Nezîr Şêx Mûsa\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Hisîça HSD Rojavayê Kurdistanê Çilaxa
A+ A-

Hisîça - Li bajarokê Çil Axayê yê Rojavayê Kurdistanê, tevî metirsiya êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê û pêlên Erebkirinê, xelkê sivîl û şervan bi moralekî bilind li ser axa xwe dimînin û teqeziyê li ser berxwedanê dikin.

Çekdarên hikûmeta Şamê hewl didin gundê Sefayê yê stratejîk kontrol bikin da ku ji wir bigihin Çil Axayê û rêya di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de qut bikin.

Nûçegihana Rûdawê Dilniya Rehman xwe gihand derdora gundê Sefayê û gundê Baqlayê ku şervan lê bi cih bûne.

Şervanan diyar kir ku her çend rewş di bin kontrola wan de be jî, ew ji bo her cure êrişekê di amadebaşiyê de ne û heta ku piştrast nebin agahiyên zêdetir parve nakin.

"Morala me bilind e û ti tirsa me nîne"

Piştî eniyên şer, nûçegihana Rûdawê çû nav bazara Çilaxayê da ku ji nêzîk ve xelkê guhdar bike.

Niştecihê bi navê Nezîr Şêx Mûsa  behsa dîroka bajarokê Çilaxayê kir û got:

"Çilaxa bajarokê Kurdan e . Şikir ji Xwedê re rewşa vir gelekî baş e.

Hêza me heye, ciwanên me bi şevan ranazên, hemû hişyar in û bi çekên xwe amade ne. Morala me bilind e û ti tirsa me nîne."

Tevî polîtîkayên Erebkirinê yên li herêmê, li bazara bajêr tenê dengê Kurdî tê bihîstin.

Mihemed Remezanê ku bavê du Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê ye, daxwaza yekîtiya Kurdan kir û got: "Bijî Kurdistan, bijî Serok Mesûd, bijî Serok Apo. Înşalah em dê hemû bi ser bikevin, dijmin bişkînin û bibin yek. Em hemû birayên hev in."

"Em Kurd û Kurdistanê dixwazin"

Niştecihê bi navê Xelef Remezan jî teqezî li ser parastina axê kir û anî wiha pê de çû:

"Heta ku xwîn di laşê me de hebe em dê welatê xwe biparêzin. Em li vir bûn û em dê her li vir bin.

Berî 20 salan li vir 90 malên Kurdan hebûn. Piştî ku şervan hatin, jiyana xelkê baştir bû lê dema ev şer derket hinek kes çûn û em bi tenê man. Em 'biratiya gelan' naxwazin, em Kurd û Kurdistanê dixwazin."

Tevî dengê çekan û dûmana topbarana tank û topan, li Rojavayê Kurdistanê jiyana rojane didome û xelk bi dirûşma "Berxwedan jiyan e" bê tirs kar û barên xwe yên rojane dimeşînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst