Mazlûm Kobanî derbarê gotûbêjên bo yekrêziya aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da
Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) General Mazlûm Kobanî derbarê hewldanên yekrêziya Kurd li Rojavayê Kurdistanê de rahinad ku “gava yekemîn ji pêvajoya dîyaloga Kurdî- Kurdî bi serkeftî bû, em derbasî asta duyemîn bûn.”
Fermanderê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî li ser hesabê xwe yê twitterê derbarê gotûbêjên bo yekrêziya aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da.
General Mazlûm Kobanî di peyama xwe dibêje: “Gava yekemîn ji pêvajoya diyaloga Kurdî- Kurdî bi serkeftî bû, em derbasî asta duyemîn bûn.”
Kobanî herwiha diyar kir ku hêviya wî ew e ku herdu aliyên sereke yên siyasî li Rojavayê Kurdistanê berjewendî, paşeroj û bendewariyên xelkê li ber esas bigrin û dibêje: “Em dê bi hevre û yekgirtî bi serkevin û dîrokê binivîsînin.”
Weke tê zanîn Mazlûm Kobanî bi armanca nêzîkirina aliyên siyasî û avakirina yekrêziya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê destpêşxeriyek dabû destpêkirin û ew helwesta wî ji aliyê gelek partî û aliyên Kurdî ve bi erênî hate pêşwazîkirin.
Heta niha hejmarek civîn û danûstandinên bo avakirina yekrêziya navmala Kurd, di navbera herdu aliyên serekê, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi beşdariya nûnerê Amerîkayê William Roebuck hatine encamdan.
Gava yekemîn ji pêvajoya dîyaloga Kurdî- Kurdî bi serkeftî bû, em derbasî asta duyemîn bûn.
— Mazloum Abdî مظلوم عبدي (@MazloumAbdi) May 29, 2020
Hêviya me ji herdo aliyên siyasî ku berjewendî, paşeroj û bendewariyên gel esas bigrin.
Emê bi hevre û yekgirtî bi serkevin û dîrokê binivîsînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse