Li Êlihê ‘kuliya goştxwar’ hat dîtin

29-05-2021
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kercewsê ya ser bi parêzgeha Êliha Bakurê Kurdistanê ve li zeviyekê kuliya goştxwar hat dîtin.

Cotkarekî bi navê Hasan Biçakçi dema li zeviya xwe paleya nîska dikir rastî kuliyeke goştxwar a 20 santîmetir hat.

Biçakçi diyarkir ku ev 2 sal e ku kuliyên bi vî corî dibînin û got: “Pê hesiyam ku tiştek di nava gîha dimeşe. Min go dibe ku kevjal be. Dema ez nêzîkî wê bûm min dît ku kuliyeke mezina goştxwar e.”

Li gor agahiyên ku Rêveberê Kiştûqal û Daristanê Metîn Kaplan dane ev core kulî bi şevan nêçîrê dikin û goştxwar in, mezinbûna digihê heta 20 santîmetir jî.

Metîn Kaplan diyar kir ku piranî piştî paleyiya çeh û nîskan ev kulî tên dîtin û dibêje ji ber xwarinê nabînin tên cihên ku mirov lê dijîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst