Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Encumena Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ya Helebê Hêvîn Silêman hişyarî da ku hêzên hikûmeta Sûriyeyê û komên çekdar bi çekên giran û tankan dor li taxên Kurdan girtine û dixwazin bi rêya "siyaseta birçîkirin û tirsandinê" taxan ji Kurdan vala bikin.
Hêvîn Silêman beşdarî bultena Rûdawê bû û derbarê rewşa dawî li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Kurdan pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.
"Bi çekên giran û tankan dor li me girtine"
Hêvîn Silêmanê diyar kir ku rewşa taxê piştî êrişên doh hinekî aram e lê metirsî berdewam e û got:
"Doh êrişeke dijwar li ser nuqteya Çerxerêya Şêxan a Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) pêk hat.
Çeteyên ku li derdora taxê bi cih bûne, bi çekên giran û topan êriş kir. Hêzên Asayîşê bersiva wan da.
Niha rewş hinekî aram e lê ti rehetî tune ye, liv û tevgerên wan berdewam in."
Hêvîn Silêmanê da zanîn ku "Fîrqeya 4an" a girêdayî Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê û komên çekdar ev 4 meh in li derdora taxê bi cih bûne û anî zimên:
"Çekên giran, top û tank li derdora taxê bi cih kirine. Ne diyar e bê dê kîjan kêliyê êriş bikin.
Armanca wan ew e ku tevliheviyê derxin. Balafirên bêmirov (dron) jî li ser taxê digerin û keşfê dikin."
"Êrişî erebeya şaredariyê kirin"
Hevseroka Encumenê destnîşan kir ku çekdar ne tenê nuqteyên leşkerî, xizmetguzariyan jî dikin hedef û got:
"Doh dema ku tîmên şaredariyê hewl dida xeta elektrîkê û jeneratoran çêbikin, wan gule li erebeya şaredariyê jî barandin. Ev îstîfzaz in, naxwazin aramî hebe."
"Siyaseta valakirina taxan dimeşînin"
Hêvîn Silêman bal kişand ser dorpêça giran a li ser taxên Kurdan û diyar kir ku rê nayê dayîn xelk vegerin malên xwe.
Hêvînê li ser rewşa deriyên derbasbûnê ev zanyarî dan:
"Li derdora taxê 7 rê hene. Ji wan tenê du rê carinan tên vekirin.
Rê li ber otomobîlan girtine, tenê rê didin ku xelk bi peyatî derkevin.
Lê pirsgirêka mezin ew e ku rê nadin xelk vegere.
Dema kesek diçe bazarê ji bo nan û xwarinê, astengiyan derdixin û nahêlin vegere hundirê taxê.
Ev yek parçeyek ji siyaseta valakirina taxê û tirsandinê ye."
"Armanc têkdana Peymana 10ê Adarê ye"
Hêvîn Silêmanê êrişên li Heleb, Hims û deverên din ên Sûriyeyê bi hewldanên "Peymana 10ê Adarê" ve girê da û got:
"Ev komên çekdar û hinek aliyên girêdayî Tirkiyeyê yên di nava wan de, dixwazin agirbestê xera bikin.
Ew naxwazin 'Peymana 10ê Adarê' ya ku tê payîn li Şamê û bi piştgiriya navneteweyî were kirin, bi ser bikeve.
Çiqas tevlihevî hebe, ewqasî rê li ber çareseriyê tê girtin. Ev çete û cîhadîst xwedî hişmendiyeke hişk in û naxwazin Sûriye aram bibe."
Hêvîn Silêmanê di dawiya axaftina xwe de bang kir ku divê dawî li şerê 14 salan were û koçberên Efrînê û hemû Sûriyeyiyan vegerin ser mal û milkên xwe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse