Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk, di 12emîn salvegera damezrandina Tora Medyayî ya Rûdawê de peyamek belav kir.
Ozçelîk di peyama xwe de amaje pê kir ku Tora Medyayî ya Rûdawê 29ê Gulana 2013an bi televîzyon, radyo û medyaya dîjîtal dest bi weşanê kiriye û li ser bûyerên li Kurdistanê, Îraqê, herêmê û cîhanê, di agahdarkirina gelê Kurd û hemû cîhanê de roleke girîng lîstiye.
Serokê Giştî yê PWKyê destnîşan kir ku Rûdaw li gel hemû astengiyên aborî, teknîkî û yên din jî wekî dezgeheke bê alî xebatên xwe bêwestan berdewam kiriye û di medyaya Kurdî de xwedî cihekî girîng e.
Mustafa Ozçelîk got: "Em hêvî dikin ku li gorî serdema nû û serdema hişê çêkirî, Tora Medyayî ya Rûdawê, îmkanên zêdetir ên aborî bi dest bixe û di rojnamegeriya azad de, rola xwe her berdewam bike û xelatên nû yên neteweyî û navneteweyî wergire."
Serokê Giştî yê PWKyê di 12emîn salvegera damezrandina Tora Medyayî ya Rûdawê li Berpirsê Giştî yê yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed û hemû rêvebir, xebatkarên Tora Medyayî ya Rûdawê pîroz kir û di karên wan de serkeftin xwest.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse