Konsulê Îtalyayê: Rûdaw di agahdarkirina raya giştî de roleke girîng dilîze

29-05-2025
RÛDAW
Konsulê Giştî yê Îtalyayê yê Herêma Kurdistanê Tommaso Sansone/Wêne: Rûdaw
Konsulê Giştî yê Îtalyayê yê Herêma Kurdistanê Tommaso Sansone/Wêne: Rûdaw
Nîşan Tommaso Sansone Rûdaw Îtalya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Konsulê Giştî yê Îtalyayê yê Herêma Kurdistanê Tommaso Sansone, pesnê Tora Medyayî ya Rûdawê da û got, "Rûdaw di agadarkirina xelkê de li ser bûyerên herêmê û cîhanê roleke girîng lîstiye."

Tora Medyayî ya Rûdawê 29ê Gulana 2013an bi televîzyon, radyo û medyaya dîjîtal dest bi weşanê kir.

Îro 12emîn salvegera damezirandina Tora Medyayî ya Rûdawê ye.

Konsulê Giştî yê Îtalyayê yê Herêma Kurdistanê Tommaso Sansone, ji bo 12emîn salvegera weşana Tora Medyayî ya Rûdawê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

"Rola Rûdawê girîng e"

Konsulê Giştî yê Îtalyayê tekezî li ser wê yekê kir ku Rûdaw "çavkaniyeke girîng e" ji bo agadarî li ser bipêşketinan û got:

"Bê guman, Rûdawê roleke gelekî girîng di agadarkirina xelkê de li ser tiştên ku li herêmê, derdora herêmê û cîhanê diqewimin lîstiye.

Ji ber vê yekê ez bi xwe carinan ji bo ku ji nûçeyan agadar bibim, temaşeyî Rûdawê dikim, bê guman dîtina min erênî ye."

Tommaso Sansone hêvî kir ku Rûdaw berdewam be di pêşketin û berfirekirina rûmalên xwe de û got:

"Ez hêvîdar im ku hûn karibin berdewam bibin di çalakiyên xwe de û karibin baştir bikin û roj bi roj zêdetir karîna rûmalkirina tiştên ku li herêmê û cîhanê diqewimin hebe."

Tommaso Sansone amaje bi girîngiya karê medyayî yê di cîhana îro de kir û got:

"Hûn dizanin li cîhana îroyîn, gelek tişt hene ku em behsa wan bikin, bi hebûna gelek bûyerên curbicur, ji ber vê yekê we karekî gelekî girîng kiriye û ez hêviya herî baş ji we re dixwazim di pêşerojeke nêzîk de."

Li ser pêwendiyên wan ên li gel Herêma Kurdistanê, Konsulê Giştî yê Îtalyayê Tommaso Sansone wiha got:

"Di gelek waran de, bi taybetî di warê çandî de, di hevkariya hevbeş û di hevkariya leşkerî de.

Wekî ku hûn dizanin, hêzeke me ya leşkerî heye ku karekî zêde baş di rahênankirina hêzên leşkerî yên navxweyî de dike, lê ne tenê ev, belkî pêwendî jî bi civaka sivîl re girê dide û ava dike.

Ev jî wisa kiriye ku hêza me ya leşkerî cihê rêz û sipaskirina xelkê herêmê û rayedarên navxweyî be."

Sansone her wiha got, "Em hewl didin ku ji bo veberhênan yan bihêzkirina pêwendiyên bazirganî li gel Herêma Kurdistanê, kompanyayên Îtalî han bidin.

Me li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê konferenseke bazirganî di meha Sibatê de li Romayê li dar xist, dibe ku hûn ji vê yekê agadar bin.

Ev jî destpêka rêbazeke dirêj bû ku em hêvîdar in ji aliyê anîna zêdetirî kompanyayên Îtalî ji bo vê derê, ji bo Herêma Kurdistanê encamê ji bo me bîne."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst