Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Mendeliyê ya Parêzgeha Diyaleyê ya Başûrê Kurdistanê ji 400 xezalên ku di bin parastinê de bûn 390 ji wan winda bûne.
Qaymeqamê navçeya Mendeliyê Elî Zemed Zuheyrî li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.
Elî Zemed Zuheyrî, diyar kir nêzîkî 390 xezalên kêmpeyda yên ji cureyê 'Rîm' li navçeyê winda bûne û daxwaza lêkolîneke bilez dike.
Polîsê Diyaleyê jî ragihand ku ew ji vê rewşê nehatine agahdarkirin.
Elî Zemed Zuheyrî îro ji Rûdawê re ragihand ku ji zêdetirî 400 xezalên cureyê Rîm ku li xwezaya parastî ya navçeyê hebûn, tenê nêzîkî 10 xezal mane û çarenivîsa 390 xezalên din nediyar e.
Qaymeqamê Mendeliyê Zuheyrî ku 8 meh in ev post wergirtiye, gumana wî heye ku xezal "hatibin dizîn yan jî bi qaçaxî hatibin firotin."
Zuheyrî ji ber vê yekê daxwazê ji aliyên bilind ên Hikûmeta Îraqê dike ku lijneyeke lêkolînê ya bilez pêk bînin.
Berê ji bo parastina van xezalan derdora wan hatibû têlkitin.
Ew xezal li nav zeviyên çandiniyê yên parêzgehê dihatin xwedîkirin.
Qaymeqam dibêje, dema wî ji nû ve dest bi şopandinê kiriye, derketiye holê ku berî ew postê xwe wergire, xezal nemane.
Li gorî gotina Zuheyrî, "Ev diyarde gefeke mezin e li ser pirrengiya jîngehî û pêwîstî bi tevgereke bilez a aliyên pêwendîdar heye ji bo lêpirsîna ji kesên têkildar û parastina wî samanê ajalan ê kêmpeyda ku li welêt maye."
"Em nehatine agahdarkirin"
Berdevkê Polîsê Parêzgeha Diyaleyê Heysem Selman Şemerî jî ji Rûdawê re got:
"Heta niha em bi awayekî fermî derbarê windabûna wan xezalan de nehatine agahdarkirin."
Navçeya Mendeliyê dikeve ser sînorê Parêzgeha Diyaleyê û yek ji wan navçeyên Kurdistanî ye ku dikevin derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û divê li gorî madeya 140î ya destûrê çarenivîsa wê were yekalîkirin.
Xezalên Rîm ku bi navê xwe yê zanistî "Gazella subgutturosa" tê naskirin, yek ji wan cureyên xezalan e ku bi giranî li çol û nîvçolên Asya û Rojhilata Navîn dijî.
Navê "Rîm" ji zimanê Erebî hatiye û tê wateya "xezala spî" ku îşaretê bi rengê wê yê vekirî dike.
Her wiha ji ber taybetmendiyeke diyarkirî ya nêrên wê, bi navê "Xezala gewrîwerimî" (Goitered Gazelle) jî tê naskirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse