Banga 400 salî ya Xanî li Bazîdê ducare bû: ‘Ger dê hebûya me itîfaqek...’

29-07-2025
Omer Sonmez
Kameraman: Faruk Uysal
Kameraman: Faruk Uysal
Nîşan Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Bazid Ehmedê Xanî Yekîtiya Kurdan
A+ A-

Bazid – (Rûdaw) - Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê, bi beşdariya siyasetmedar, rewşenbîr û nûnerên gelek pêkhateyan "Konferansa Yekîtiya Kurdan" hat lidarxistin.

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk li Bazîdê, li warê Ehmedê Xanî konferanseke girîng li dar xist.

Di konferansa ku li ser bingeha felsefeya Ehmedê Xanî hatibû avakirin de banga hevgirtina neteweyî hat kirin û parastina berjewendiyên şexsî û partiyên siyasî jî hat rexnekirin.

Konferans bi dirûşma “Bi Armanca Yekîtiyê Ber Bi Aştiyê Ve” û bi îlhama ji gotinên Ehmedê Xanî, li Eywana Mem û Zînê bi beşdariyeke berfireh hat lidarxistin.

Di konferansê de siyasetmedar, nivîskar, akademîsyen, nûnerên partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, zanayên olî û nûnerên pêkhateyên wekî Ermen û Xiristiyan jî amade bûn.

"Divê em berjewendiyên Kurdistanê bifikirin"

Di konferansa ku ji sê rûniştinan pêk hat de, axaftvanan bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî û astengiyên li pêşiya wê.

Hevberdevka Komîsyona Çand, Ziman û Hunerê ya DEM Partiyê Cemîle Turhalliyê got, “Ehmedê Xanî yekîtiya Kurdan ji xwe re kir derd. Çareserî ew e ku divê li nava Kurdan êdî îtîfaq pêk were.”

Siyasetmedara Kurd Gulten Kişanakê jî biland, “Di vê pêvajoya heyî de em dibînin ku yekîtî hewcedariyeke çi qasî mezin e. Ez hêvîdar im ku di pêvajoya pêşiya me de em dê wê hesret û daxwaza yekîtiya xwe ya dîrokî pêk bînin.”

Berdevka PÎAyê Menice Rumeysa Gulmezê jî anî zimên, “Sedemên vê bê îtîfaqiya Kurdan çi ne? Pêwîst e, em wê derxin holê, em biaxivin nîqaşan bikin û piştre îtîfaqa xwe çêbikin.”

Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenizê jî da zanîn ku divê berjewendiyên Kurdistanê bên parastin û wiha axivî, “Em îro li warê Ehmedê Xanî ne. Ji Ehmedê Xanî heta Rêber Ocalan, hemû rêberên Kurdan ji bo yekîtiya Kurdan xebitîne.”

Nivîskar Îhsan Colemêrgî jî siyasetmedar rexne kirin û daxuyand, “Hinek siyasetmedarên Kurd şerê malbatî, şerê mezinahiyê û şerê partîzaniyê derxistiye pêşiya berjewendiyên neteweyî. Eger ev ji holê rabe, dê ev bernameya yekîtiyê berdewam bike.”

"Yekîtiya Kurdan dê demokrasiyê bîne"

Nûnerên pêkhateyên din ên Kurdistanî jî di konferansê de amade bûn û girîngiya tifaqa Kurdan ji bo aştiya herêmê anîn ziman.

Keşeyê Dêra Protestanan a Mêrdînê Ender Peker got, “Divê her reng xwe di nav yekîtiyê de bibîne. Divê mirov nasnameya xwe ya teng înkar bike da ku bi nasnameya neteweyî ve were girêdan.”

Serokê Weqfa Ermenan a Amedê Ohannes Gafur Ohanyan jî wiha peyivî: “Li Kurdistanê tenê Kurd najîn. Eger Kurd karibin yekîtiya xwe pêk bînin, ez bawer dikim wê demê dê xelkên din jî li hev kom bibin û demokrasî pêk were.”

Dayika Aştiyê Henîfe Kaçakê jî bang kir û got, “Hêviya me heye ku em hemû bibin yek. Lazim e em vê micadeleya xwe ya pîroz perîşan nekin.”

Di dawiya konferansê de biryar hat dayîn ku encamname li ser gora Ehmedê Xanî ji raya giştî re were eşkerekirin.

Encamên konferansê li ser gora Ehmedê Xanî hatin ragihandin.

Înîsiyatifa Yekîtiya Demokratîk got, “Ji ber geşedanên civakî-polîtîk ên li çar parçeyên Kurdistanê, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn yekîtiya neteweyî pêwîstiyeke jiyanî ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst