Li jor ji aliyê çepê ve Çekdar Çiyager, Hêvî Koçer û Zanyar Faraşîn li jêr ji aliyê çepê ve Rojvan Baz û Hasan Qerejdax / Wêne: HPG/Rûdaw
Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya 5 gerîlayên ku li herêmên cuda yên Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest daye eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê ragihand ku gerîlayên bi nasnavên Çekdar Çiyager, Hêvî Koçer, Zanyar Faraşîn, Rojvan Baz û Hasan Qerejdax sala 2017an canê xwe ji dest daye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê da zanîn ku her 5 gerîlayan jî li herêmên cuda yên Başûrê Kurdistanê di êrişên hêzên Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye.
Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên her 5 gerîlayan bi vî rengî ne:
Çekdar Çiyager: Navê wî yê fermî Ferşad Hasanzade ye û ew ji Urmiyeyê ye û 25ê Nîsana 2017an li Xarkukê canê xwe ji dest daye.
Hêvî Koçer: Navê wê yê fermî Nafiya Gezîcî ye û ew jî Bedlîsê ye û 11ê Çiriya Paşîn a 2017an li Avaşînê canê xwe ji dest daye.
Zanyar Faraşîn: Navê wî yê fermî Vedat Abî ye û ew jî Wanê ye û 25ê Nîsana 2017an li Xarkukê canê xwe ji dest daye.
Rojvan Baz: Navê wî yê fermî Murat Emre Donmez e û ew li bajarê Îzmîrê ji dayîk bûye û 25ê Nîsana 2017an li Xarkukê canê xwe ji dest daye.
Hasan Qerejdax: Navê wî yê fermî Sedat Arslan û ew jî Amedê ye û 27ê Tîrmeha 2017an li herêma Zapê canê xwe ji dest daye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse