Baroya Rihayê ji bo Îsmaîl Beşîkçî peyamek belav kir

29-09-2025
RÛDAW
Nîşan Îsmaîl Beşîkçî Baroya Rihayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Zimên a Baroya Rihayê, derbarê rewşa tenduristiyê ya civaknas û nivîskar Îsmaîl Beşîkçî de peyamek belav kir.

Komîsyonê di peyama xwe de amaje bi berdêlên ku Beşîkçî ji bo doza Kurdan dane kir û jê re şifaya xêrê xwest.

"Dua û silavên me bi Mamoste Beşîkçî re ne"

Di peyama ku ji aliyê Komîsyona Zimên a Baroya Rihayê ve hat weşandin de, ev tişt hatin gotin:

“Mamoste Beşîkçî ji bo Neteweya Kurd gelek berdêl dan. Cenabê wî nivîskar û têkoşerê doza Neteweya Kurdan e! Lê îro di xetereyek mezin de ye!

Dua û silavên me bi Mamoste Beşîkçî re ne... Înşellah bi saxiya can vegere nav şopdar û hezkiriyên xwe!”

Civaknas û nivîskar Îsmaîl Beşîkçî pêr li Amedê ji ber ku xwîn çûbû ser mejiyê wî, ew rakiribûn Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê.

Li gorî zanyariyan, rewşa Beşîkçî ber bi başbûnê ve diçe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst