Li Dêrsimê ji bo dema 15 rojan çalakî hatin qedexekirin

29-10-2020
Salih Suleymanî
Nîşan Dêrsim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsîmê li Bakurê Kurdistanê, ji ber belavbûna zêde ya vîrusa coronayê encamdana xwenîşandan û çalakiyên din ên girseyî bi dirêjiya 15 rojan hatin qedexekirin.

 Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê parêzgarê Dêrsimê ve hatiye belavkirin, ji îro ve heta 12ê Mijdarê li sînorê parêzgeha Dêrsimê tevî bajar û bajarokan û gundan, derveyî çalakiyên fermî, encamdana hemû cureyên kombûn, xwepêşandan, meş, grêv, vedana konan û çalakiyên weke wan hatiye qedexekirin.

Di daxuyaniyê de hatiye ku biryara qedexekirina xwepêşandan û kombûnan ji bo wê yekê ye ku rê li ber belavbûna koronayê bigrin ku di dema dawî de li sînorê wê parêzgehê belav dibe.

Li gorî amarên Wezareta Tendurustiya Tirkiyê, heta niha li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê 368 hezar û 513 kes tûşî Coronayê bûne. Ji wê hejmarê 10 hezar û 27 kesan canê xwe jidest daye û 319 hezar û 181 kes jî baş bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst