Kembera Kesk a Hewlêrê: Dest bi çandina daran tê kirin

29-10-2025
RÛDAW
Nîşan Kembera Kesk a Hewlêrê Dar Zeytûn Fistiq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Qonaxa yekem a çandina daran a li Kembera Kesk a Hewlêrê dest pê dike.

Birêvebirê Çandiniyê yê Hewlêrê Hêmin Seyîd Murad ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku sibe dê bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî dest bi çandina darên projeya herî mezin a keskatiyê û jîngehê ya Hewlêrê were kirin.

Biryar e di heman rojê de zêdetirî 3 hezar darî werin çandin.

Hêmin Seyîd Murad got, "Hemû amadehî wekî rastkirina erdê, projeya avê û kolandinê hatine temamkirin û tenê çandina daran maye."

Kembera Kesk a Hewlêrê

Qonax bi qonax cihê Kembera Kesk a Hewlêrê hat amadekirin û danîna têlan û paqijkirina ji gemarê, gava yekem a bicihanîna projeyê bû.

Projeya Kembera Kesk, bi awayekî xelekî li dora Hewlêrê dizivire û dikeve pişt Cadeya 150 Metreyî.

Bi firehiya 2 kîlometreyan û dirêjahiya 92 kîlometreyan dê bi darên zeytûn û fistiqan were razandin.

Proje dê di 8 qonaxan de were bicihanîn.

Qonaxa yekem rûberê wê 2 hezar û 800 donim e û dê heta 12 hezar û 600 donimî dirêj bibe.

Di wî rûberî de dê bi milyonan dar werin çandin.

Zeytûn û fistiq du darên wisa ne ku zêde avdanê naxwazin. Ji bo vê qonaxê, dê bi rêya ava bin erdê bên avdan û paşê dê 10 hewzên avê û bikaranîna ducare ya ava paqijkirî bibin çavkaniya avdanê.

Şitilên zeytûn û fistiqan ji derve tên kirîn.

Di paşerojê de berhemên wan dê ji bo mesrefên xizmetkirina Kembera Kesk werin bikaranîn.

Girîngiyeke din a projeyê ji bo wan zeviyan e ku dikevin pişt kemberê, biryar e ku ew tenê wekî zeviyên çandiniyê bimînin û wekî cihên niştecihbûnê neyên bikaranîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst