Petrol erzan dibe: Agirbesta Ukraynayê bandorê dike

29-11-2025
RÛDAW
Nîşan Petrol Şerê Ukraynayê OPEC Plus
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê ev nêzîkî mehekê ye girêdayî bipêşketinên li ser îhtimala agirbesta li Ukraynayê ye.

Her cûre daxuyaniyeke erênî ya li ser gihîştina rêkeftina rawestandina şerê li Ukraynayê, bandoreke neyînî li ser bihayê petrolê dike.

Roja înê bihayê petrola brent a Deryaya Bakur 14 sentan kêm bû û her bermîlek bi 63 dolar û 20 sentan hat kirîn û firotin.

Bihayê petrola sivik a Teksasa Amerîkayê (WTI) jî 10 sentan kêm bû bi 58 dolar û 55 sentan hat firotin.

Çav li civîna OPEC Plusê ye

Di heman demê de, bazirganên petrolê li benda biryara nû ya hilberînerên petrolê yên endamên OPEC Plusê ne da ku qebareya xistinerûya petrolê ya ji bo mehên bê bizanin.

Biryar e roja yekşemê civîna OPEC Plusê were lidarxistin û tê pêşbînîkirin ku di qebareya xistinerûya petrolê de guherînan nekin.

Li gorî çavkaniyên pêbawer, Erebistana Siûdî ji ber zêdebûna petrola ku di bazarê de heye, dê ji bo meha bê li bazarên Asyayê bihayê petrola xwe erzan bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst