New York (Rûdaw) - Neteweyên Yekbûyî hişyariyê dide û eşkere dike ku dibe vê zivistanê karesateke din bê serê Ukraynayê.
Li gorî berpirsên Neteweyên Yekbûyî sedema vê yekê jî berdewamiya êrişên Rûsyayê yên li ser binesaziya enerjiyê ya wî welatî ye.
Berpirsê Kar û Barên Mirovî yê Neteweyên Yekbûyî yê Ukraynayê Matthias Schmale ji Rûdawê re got:
"Eger asta wêrankirina kerta enerjiyê berdewam bike û zivistan zêde dijwar be, em di nava karesatê bixwe de rastî karesatekê bibin.
Bi awayekî dê bi hezaran kes di avahiyên bilind de bê amûrên germkerinê asê bimînin."
Ew berpirsê payebilind ê Neteweyên Yekbûyî, piştî vegera ji Ukraynayê ku tê de beşeke mezin a welêt ji ber êrişên Rûsyayê wêran bûye, doh li New Yorkê ji rojnamegeran re axivî.
Nûçegihanê Rûdawê yê New Yorkê Namo Ebdula pirsa hûrgiliyên ziyanên binesaziya enerjiyê û plana Neteweyên Yekbûyî ya ji bo rûbirûbûna rewşê ji Matthias Schmale kir.
"Em li dijî demê pêşbaziyê dikin"
Matthias Schmale di bersivê de got: "Leza çakkirinê ya ku em bi piştgiriyaa Bernameya Bipêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP) dikin, nikare bi leza wêrankariyan re pêşbaziyê bike.
Ez nikarim amarên hûrgiliyan bidim te çimkî wê demê dê tenê bibe texmîn lê wekî desthilateke civaka navneteweyî, em li dijî demê pêşbaziyê dikin da ku heta ji destê me tê em rewşê baştir bikin."
Di heman demê de hewlên dîplomatîk berdewam dikin da ku beriya dijwarbûna avûhewayê agirbestek pêk were.
Îdareya Trump projeyeke aştiyê pêşniyar kiriye; di vê çarçoveyê de roja sêşemê berpirsên îdareya Trump bi beşdariya zavayê Trump Jared Kushner, li Moskowê nêzîkî 5 demjimêran bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re di gotûbêjê de bûn.
Li aliyê dihat dihat çaverêkirin ku doh jî li Miami bi berpirsên Ukraynayê re bicivin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser mijarê got, "Serok Putin doh civîneke baş bi Jared Kushner û Steven Witkoff re kir.
Encama civînê dê çi be? Ez nikarim wê ji te re bêjim."
Ev zivistana çaremîn e ku Ukrayna di şer de ye. Berpirsê payebilind ê Neteweyên Yekbûyî eşkere kir ku ew ne geşbîn e ku beriya destpêkirina vê demsala sar û bi berf, şer bi dawî bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse