Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî: Pêwîstiya koçberên Rojava bi alîkariyên lezgîn heye

30-03-2020
RÛDAW
Nîşan Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji Rûdawê re ragihand, di van rojên awarte de ew ji rewşa koçberên Rojavayê Kurdistanê yên di nava kampên Herêma Kurdistanê de agahdar in û ew hewl didin, alîkariyên pêwîst bigihînin wan koçberan.

Mûsa Ehmed da xuyakirin, ew dizanin ku alîkariyên lezgîn ji koçberan re pêwîst in û ew hewl didin, alîkariyan peyda bikin û bigihîn destê koçberan.

Mûsa Ehmed got, ew bi Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê re ketine pêwendiyê ji bo ku alîkariyên mirovî yên pêwîst ji koçberan re peyda bikin.

Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî herwiha diyar kir, ew bi navenda krîzan a Herêma Kurdistanê û Wezareta Navxwe re jî di pêwendiyê de ne, ji bo ku alîkariyê ji wan kesan re pêşkêş bikin ku di nava kampan de dijîn û nikarin derkevin derve.

Mûsa Ehmed herwiha koçberên di nava kampan de piştrast kir ku ew dê di demeke nêzîk de alîkariyên weke xwarin û pêdawîstiyên din bigihînin koçberên Rojavayê Kurdistanê yên ku li kampan dimînin.

Ji ber metirsiya belavûna vîrusa Koronayê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji 14ê Adarê ve qedexeya derketina derve ragihandiye û hemû cih û navend û saziyên hikûmetê, cihên giştî û cihên kerta taybet jî hatine girtin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst