Li Bakurê Kurdistanê pêleke baranê destpê kir û ziyanên wê hene

30-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di demkê de ku em dikevin havînê li çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê baran barî û li hinek cihan lehî rabû.

Li parêzgehên Meletî, Dîrsim û Qersê barana ku duh demjimêrên piştî nîvro despê kirî heta demjimêrên şevê bi navber berdewam kir û li Dêrsimê û Qersê bû sedema lehiyê.

Ji ber barana zêde parêzgehan Dêrsimê li hin rêyên dervey bajar  çûn û hatinê hat girtin. Li nava bajêr jî baranê çûn û hatina otomobîlan zehmet kir.

Li Meletî li gelek kolanên nava bajêr av kom bûn û çûna û hatina otomobîlan zehmet bû û ji ber şiliyê zerarên madî çêbûn.

Li parêzgeha Qersê jî zîpik û baranek dijwar barî û av ket hinek malan û garajên otomobîlan. Her wiha li wir jî av li gelek kolanên bajêr kom bû û çûn û hatina otomobîlan zehmet kir.

Di heman demê ji ber vê pêla baranbarînê ziyan gihiştiye bax û baçeyên xelkê van navçeyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst