Li Çewlîgê lehî rabû

30-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kanîreşê ya ser bi Çewlîgê ve ji ber barana gur gelek mal, gov û zeviyên çandiniyê di bin avê de man.

Li navçeya Kanîreşê ji ber barana ku şev barî lehî rabû.

Li gundê Dortyolê ji ber baranê Çemê Periyê ji ser re avêt, hin mal, gov û zeviyên çandiniyê di bin avê de man.

Welatiyan bi zehmetî heywanên xwe ji govan derxistin.

Selahattin Alkan ê li gund dijî diyar kir piştî baranê lehî rabû, mala wî di bin avê de ma got: "Divê êdî ji bo vê çareseriyek bê dîtin."

Sedef Taşdemir jî got ew her sal ji ber baranê zehmetiyê dikişînin.

Li Taxa Sîteya Kuçuk Sanayiyê jî ji ber baranê hatin û çûyîna otomobîlan hat rawestandin.

Tîmên peywendîdar ji bo ku avê vala bikin dixebitin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst